Ferît Şenyaşar: Wê ev pergal biguhere
Ferît Şenyaşar ê ku di Nobeta Edaletê de ye got “Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Wê ev zilm biguhere. Wê desthilatdariya zilmê hilweşe.”
Ferît Şenyaşar ê ku di Nobeta Edaletê de ye got “Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Wê ev zilm biguhere. Wê desthilatdariya zilmê hilweşe.”
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 744’an de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê, li cihê çalakiyê pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” vekirin û dest bi nobetê kirin.
Di çalakiyê de ji ewil Ferît Şenyaşar axivî û bal kişand ser gotinên Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag ên têkildarî malbatê li pêşiya rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine rûniştandin. Şenyaşar, wiha got: “Dema wezîrê dadê tê Rihayê, ji deriyê paşê ve dikeve hundir. Wezîr, rewşa vê dayikê baş dizane. Wezîrê dadê vê dayikê nabîne lê dema diçe Amedê wekî berdevkê malbatên li ber HDP'ê rûniştine tevdigere. Ev cihêkarî ye, faşîzm e. Her kesê tu berjewendiyên wan ên aborî bi îktîdarê re tune, piştgiriyê didin me. Em ê heta dawiyê têbikoşin. Ev serdem wê biguhere û wê desthilatdariya zilmê têk biçe.”
Piştre jî Emîne Şenyaşar axivî û diyar kir ku ew rojiya xwe li ber deriyê edliyeyê digirin. Şenyaşar, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em nikarin fitareya xwe li malê vekin. Her kesê xwedî wijdan tê vê derê û fitareya xwe bi me re vedike. Heta edalet pêk tê jî em li vir rûnin. Min par hemû rojiyên xwe li vir girtin. Ev bû 6 sal ku kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ma ew rewşa me nabînin? Ma dengê me nabihîsin? Ma ew kor in? Du kurên min û hevjînê min qetil kirin û kurekî min jî xistin girtîgehê. Hem dewlet û hikûmet û hem jî hemû cîhan bi rastiyê dizane. Malbata min parçe kirin. Yên ku malbata min qetil kirin neketin girtîgehê û nehatin cezakirin. Ez dixwazim ku kurê min di vê cejnê de were berdan. Dixwazim di vê cejnê de kurê xwe bibînim.”