FEDA: Em li dijî zîhniyeta qetlîamker bibin yek
FEDA'yê ragihand, zîhniyeta ku li Sêwasê komkujî kir, îro jî l Kurdistanê êrîşên qirkirinê dike û li dijî vê zîhniyetê banga yekîtiyê kir.
FEDA'yê ragihand, zîhniyeta ku li Sêwasê komkujî kir, îro jî l Kurdistanê êrîşên qirkirinê dike û li dijî vê zîhniyetê banga yekîtiyê kir.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê ya 2'ê Tîrmeha 1993'an daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin, komkujî bû destpêka pêvajoyeke nû û got, "Rewşenbîr, nivîskar û demokratan careke din fêm kirin, ku zext û komkujiya li ser rastiya Elewiyan tê meşandin, di kîjan astê de ye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, heman zîhniyeta barbar niha li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Licê û gelemperiya Kurdistanê êrîşên qirkirinê dike û hat gotin, Erdogan nûnerê zîhniyeta dijminê Kurd û Elewiyan e.
FEDA'yê komkujiyên Mereş, Çorûm, Dersîm, Gazî, Pirsûs û Enqereyê bibîr xist û diyar kir, ji bo hesabpirsînê pêwîstî bi yekîtiyê heye. Di daxuyaniyê de banga yekîtiyê li civakê hat kirin.