FEDA: Em bi civaka Êzidî re bin
FEDA'yê da zanîn ku dewleta Tirk û Iraqê bi hevkariya PDK'ê li dijî Êzidiyan êrîşeke qirkirinê dane despêkirin û got, "Em banga xwedîlêderketina têkoşîna mafdar dikin."
FEDA'yê da zanîn ku dewleta Tirk û Iraqê bi hevkariya PDK'ê li dijî Êzidiyan êrîşeke qirkirinê dane despêkirin û got, "Em banga xwedîlêderketina têkoşîna mafdar dikin."
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Dewleta Tirk li aliyekî û dewleta Iraqê ji aliyê din ve bi zîhniyeta îslama siyasî ya Sûnî dixwazin bi dorpêçkirina Kurdistanê qirkirinê li ser gelê me pêk bînin. Dewleta Tirk û dewleta Iraqê û îxaneta Malbata Barzanî ku hevpar in, dixwazin hemû destkeftiyên gelê me yê Êzidî têk bibin."
'EM LI DIJÎ DAGIRGERIYÊ XWEDÎ HELWEST BIN, BIBIN YEK'
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
"Kurdên Êzidî yên ku bi baweriya kevnar a Mezopotamyayê dijîn, wekî ku 74 ferman têr nekiriye, fermanên nû jî bi desteka xiyanetkarên Kurd tên pêk anîn. Çawa ku DYA û NATO'yê li Rojava û başûr qada hewayî ji dewleta Tirk re vekirin, tê wateya ku NY û Konseya Ewropayê piştgirî dan êrîşên dewleta Tirk ên neqanûnî, bi erêkirina van êrîşên nemirovane sûcdar in. Êrîşên dewleta Tirk ku her carê Şengalê ji hewayê bomberdûman dike, niha jî dewleta Iraqê êrîşî Şengalê dike, Şengal cihê pîroz ê Kurdên Êzidî yê qedîm e.
Em bang li hemû gelên bindest dikin ku li dijî qirkirina Êzidiyan û qetlîamên mejiyê neheq ên desthilatdariya Emewiyan, xwedî li têkoşîna mafdar a gelê Êzidî yê ku ax, ziman, çand û cihên pîroz ên xwe diparêzin derkevin.”
Em bang li hemû Elewiyan dikin ku li dijî êrîş û dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo jiyaneke hevpar bibin yek.”