FED -KURD: 1’ê Gulanê bikin roja têkoşînê

FED-KURD bi daxuyaniyekê 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz kir û bang li hemû gel, jin, karker û kedkaran kir û ragihand; “1’ê Gulanê dakevin qadan, yekîtiya xwe xurt bikin û li dijî êrişên dagirkeriyê bibin xwedî helwest.”

Federasyona Kurdistaniyên Azad Li Rojhilatê Elmanya (FED-KURD) bi wesîleya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. FED-KURD 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkarên Kurd û gelên din pîroz kir û diyar kir, “Yên li dijî zilmê, her kesê alîgirê doza wekhevî û azadiyê, divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bê ba hev û li dijî dijminê hevpar têbikoşe.”

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Pergala modernîteya kapîtalîst dijminê civakê ye. Civakê parçe dike, belav dike û li ser wê mêtingeriyê pêk tîne. Parçekirina civakîbûnê û ji holê rakirina wê bingeha modernîteya kapîtalîst e. Ji ber ku li cihê ku civakîbûn heye ne kapîtalîzm û ne jî pergalake din a mêtingeriyê dikare hebe. Civakîbûn li dijî mêtingeriyê ye û mêtingeriyê qebûl nake. Mirovatiyê hemû nirxên xwe yên maddî û manewî bi saya civakîbûnê bi dest xistiye. Modernîteya kapîtalîst jî ji ber ku xwe dispêre kara zêde, civakîbûnê ji xwe re wekî dijmin dibîne û hebûna xwe di tunekirina civakîbûnê de dibîne. Lewma civakîbûn ji ber pergala modernîteya kapîtalîst gelekî qels bûye. Îro tu nirx nemaye ku mêtingerî li ser wê nehatiye kirin û ev tişt ji ber qelsbûna civakîbûnê pêk hatiye. Ji ber vê divê karakterê modernîteya kapîtalîst a ku dijminatiya civakê dike baş were fêmkirin, bi xurtkirina civakîbûn û avakirina wê, divê pergala mêtingeriyê ji holê bê rakirin.

Çîna karkeran û gelên dinyayê yên bindest wê bi 1’ê Gulanê re yekîtî û hevgirtina xwe zêdetir bikin û têkoşîna azadiyê ya li dijî mêtingeriyê jî xurtir bikin.Taybetiya herî girîng a 1’ê Gulanê ev e ku bi têkoşînê hatiye bidestxistin. Ji ber vê di 1’ê Gulanê de ne bi tenê daxwaz, divê karker, jin û gel li dijî zext, zilm, faşîzm û mêtingeriyê jî helwesta xwe deynin holê û 1’ê Gulanê bikin roja têkoşînê.

Bêguman tu nirx û destkeftî bêyî têkoşîn nayê bidestxistin. Herî zêde karker, gel û jinên ku bi keda xwe dijîn, vî tiştî dizanin. Heke îro pergala mêtingeriya kapîtalîst ketiye nava krîzê, ev bi saya vê têkoşînê ye. Hilweşandina modernîteya kapîtalîst û bidawî bûna mêtingeriyê jî wê bi têkoşînê pêk bê.

Faşîzma TC yê bi qasî dijminahiyê ji Kurdan re dike ewqasî jî dijminê hemû civak, gel, jin, karker û hejaran e. Çavkaniya hemû pirsgirêkan Hişê Faşîzmê ye. Ji bo vê yên li dijî zilmê, her kesê alîgirê doza wekhevî û azadiyê ye, divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bê ba hev û li dijî dijminê hevpar têbikoşe.

Em bang li hemû gel, jin, karker û kedkarên 1’ê Gulanê dikin ku dakevin qadan, yekîtiya xwe xurt bikin û li dijî êrişên dagirkeriyê bibin xwedî helwest û bi gelê Kurd re bikevin nava yekîtiyê. Her wiha divê gelê mê yê welatperwer jî bi feresatê Yekîtiya Netewî û rihê çiyayê Kurdistanê berxwedanê bilind bikin.”