Faşîstên AKP û MHP’yî êrişî xwendekarên Kurd kirin
Faşîstên AKP û MHP’yî li Zanîngeha Akdenîzê êrişî xwendekarên Kurd kirin.
Faşîstên AKP û MHP’yî li Zanîngeha Akdenîzê êrişî xwendekarên Kurd kirin.
Li Zanîngeha Akdenîzê xwendekarên Kurd dema li kampusê govend digerandin, komeke nijadperest û ewlekariya taybet a zanîngehê êrişî xwendekarên Kurd kir.
Xwendekaran derbarê êrişê li medyaya dîjîtal daxuyanî dan û diyar kirin ji ber ku wan bi Kurdî strane komeke faşîst êrişî wan kirine û wan jî xwe parastine.