Aşkere bû ku hukûmeta AKP’ê plan dike ku ji bo meqamê hukûmetê 7 hezar û 494 wesayitên meqamê bîne.
Hukûmeta AKP’ê ya ku bi hinceta kêmbûna bûtçeyan, mûçeyê karker û memûran kêm dike, niha jî plan dke ku ji bo îsal 7 hezar û 494 wesayitên meqamê bikire. Li gorî daneyên di pêşnûmeya bûtçeyê ya sala 2013 de cih digire, hukûmeta AKP’ê plan dike ku sala 2013’yê bi sedan otomobîl, minîbus, midîbus, otobus, pick-up, wesayitên eraziyê, kamyon, motorsîklet û wesayitên zirxî bîne.
Li gorî plansaziyê, dê ji bo Serowezaretê 4 wesayitên nû yên siwariyê bên kirîn. Ligel vana jî 5 otomomilên siwarî, 2 minîbus, 2 otobus û wesayetek a panel bên wergirtin.
Ji bo meqamê Serokkomartiyê jî dê 2 wesayitên zirxî bêne kirîn. Bihayê van wesayitan dê ji aliyê Serokkomartiyê ve bê diyarkirin. Wezareta Derve jî dikare 15 wesayitan werbigire.