Ev yek sal e girtiyên li Girtîgeha Panosê, nayên tedawîkirin

Hat diyarkirin ku ev nêzê yek sal e girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tên ragirtin, naşînin nexweşxane û revîra girtîgehê.

Hat diyarkirin ku ev nêzê yek sal e, girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Panosê naşînin nexweşxane û revîrê. Li gorî agahiyên ku xizmên girtiyan daye, daxwazên girtiyên nexweş ên nexweşxaneyê nayên bicihanîn, bijîşkê didanan nayînin girtîgehê û girtiyên ku di didanên wan de pirsgirêk heye, naşînin nexweşxaneyê. Hat gotin ku tevî ku li revîra girtîgehê bijîk heye, ji girtiyan re hatiye gotin ‘bijîjk tune ye’.

Li aliyê din jî hat zanîn ku daxwaznameyên ku girtiyan ji baro, dozgerî û Wezareta Edaletê re nivîsîne, ev nêzê yek sal e nayên şandin.