Êrîşa polîsan a li Taksîmê dewam dike

Êrîşa polîsan a li Taksîmê dewam dike

Li Taksîmê, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî bi hezaran kesên xwestin têkevin Parka Gezî. Êrîş dewam dikin.

Girseya gel a li ser banga Platforma Piştgiriya bi Taksîmê re xwest biçe Taksîmê, destpêkê li Kolana Îstîklalê li êrîşa polîsan rast hat.

Li gel destwerdana polîsan jî girse li Qada Taksîmê li hev kom û "şerê avê" ji nû ve destpê kir. Di dema vî şerê "avê" de dirûşmên "Her der Taksîm her der berxwedan" hatin qêrîn. Polîsan ajotin ser gel û bi ço û mertalan êrîş kirin. 

Piştre girseya gel a li ser banga Platformê li hev kom bû, li Kolana Îstîklalê û li Qada Taksîmê li êrîşa ava şid a TOMA'yan û bombeyên gazê rast hat.

Polîs ji Qada Taksîmê heta tevahiya Kolana Îstîklalê ava şid bi ser girseyê ve dike û êrîşên xwe dewam dikin.

Sekna girseya gel a li ketina Taksîmê bi dirûşmên "Her der Taksîm her der berxwedan" û "Li dijî faşîzmê dest bidin hev" dewam dike.