Aşkere bû ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ji bo hevdîtina lezgîn a bi heyeta navbeynarkiyê ya ku ji rewşenbîran pêk tê û kesên berê di heyeta navbeykariyê ya “Vegera Jiyanê” de cih girtibûn, re nedaye.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê hefteya borî, komek rewşenbîr xwestin bi rêya hin parlementerên AKP’ê navbeykariyê ji bo greva birçîbûnê bikin û xwestin bi awayeke lezgîn Erdogan bibînin. Lê Erdogan jivana hevdîtinê neda rewşenbîran.
Erdogan bêyî ku tu hinceteke nîşan bide an jî der barê mijarê de daxuyaniyek bide, çû Endonezyayê.