Tê payin ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan îro li payxtexa Almanya Berlînê bi Serokwezîra Alman Angela Merkelê re hevdîtinekê pêk bîne. Lê protestoyeke mezin li benda Erdogan e.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, ji bo hin hevdîtinên fermî dê bê Almanyayê û roja îro jî dê li paytexta Almanya Berlînê be. Tê payin ku Erdogan îro bi Serokwezîra Alman Angela Merkelê re hevdîtinek pêk bîne. Penaberên Tirkiyeyî jî dê di dema hevdîtinê de bi pankartên “Ne şer aşitî, ne zimanek pirzimanî, ne gelek pirgelî, ne olek pirol” Erdogan pêşwazî bikin.
31’ê cotmehê saet di 11.00 de, Erdogan dê were avahiya Serokwezîra Alman Angela Merkelê û li wir hevdîtinek pêre pêk bîne. Di dema hevdîtinê de, dê cara yekem saziyên weke AABF, YEK-KOM, ATÎF, AGÎF, DÎDF, ODA, Yekitiya Ciwanên Ereb-Elewiyan, TUDAY û FKE û saziyên din ên penaberan, li Brandenburg Tor (Derî) ê ku ji 300 metre ji avahiya Serokwezaretê dûr e, li hev bicivin û bêjin “Em Erdogan naxwazin” û mitîngek protestoyî li dar bixin. Di mitîngê de dê Hevseroka Keskan Claudia Roth û Serokê Koma Partiya Çepgir Gregor Gysi axaftin bikin.
Tê payin ku derdora 10 hezar kes beşdarî mitînga protesto bibin. Herî dawî Yekitiya Komeleyên Kurdan ên li Almanyayê (YEK-KOM) û Înîsiyatîfa Gelê Kurd a Berlînê banga tevlîbûna çalakiya protestoyî li Kurdan kir.