Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan ku li Almanyayê gera xwe didomîne, li nêzî avahiya serokwezaretê ku bi Merkelê re hevdînê pêk tîne pankarteke bi dirûşima ‘Tu bi xêr nehatî’ hate daliqandin. Di mîtîngê de hozan Emekçî bi strana ‘Girtiyên azadiyê’ girtiyên di grevê de silav kir.
Erdoganê ku ji duh de serdana xwe ya li Almanyayê didomîne îro saet di 11.00’an de bi Merkel re hate cem hev. 300 metre durî avahiya serokwezareta Almanyayê ku hevdîtin lê dihat kirin mîtîngeke pêk tê. Mîtîng jî bi tevlibûna kurd, elewî, ermenî û asûriyan pêk tê.
Mîtîng bi organîzasyona Federaysona Komeleyên Kurd ya Almanyayê (YEK-KOM), Federasyona yekitiya Elewiyan (AABF), Federasyona Elewiyên Demokratik (FEDA), Federasyona Komeleyên Êzdiyên Kurdistanê, ATÎF, AGÎF’ê ve tê lidarxistin.
Di axaftina vekirinê ya mîtîngê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê û hate gotin ku Erdoganê ku li dijî girtiyên li ber mirînê ne bê deng î tu bi ne xêr hatî. Her wiha Ozan Emekçî ewil derket ser dîkê.
Emekçî strana ‘girtiyên azadiyê’ striya û diyar kir ku ew vê stranê diyariyê girtiyên bedena xwe dane ber mirinê dike. Emekçî wiha got: “Evîndarên dîktatoriyê Erdogan tu bi kîjan ru yî tê vir?” Piştre hunermend Ferhat Tunç dê derkeve ser dikê. Her wiha dê Hevseroka Partiya Keksan Cladîa Roth u nûnerên penaberên Tirkiyeyî biaxivin.