Roja çarşemê Serokwezîrê Erdogan, dê li Berlînê bi Serokwezîra Alman Merkelê re hevdîtinek pêk bîne. Di dema hevdîtinê de, saziyên Kurd, Tirk, Ermenî, Elewî, Asurî, Ereb û Êzidî xwepêşandaneke girseyî li dar bixin. Ji saziyên ku mitîngê organîze dikin Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekitiya Elewiyan a Almanyayê Alî Dogan got; “Ger serokwezîrek ku li welatê wî 750 girtî di girîtehan de, di greva birçîbûnê de ne û gihiştine ber mirinê, tê Almanyayê û resepsiyonê dide, bila ji xwe şerm bike.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan, ji bo hin hevdîtinên fermî dê sibê bê Almanyayê û roja çarşemê jî dê li paytexta Almanya Berlînê be. Tê payin ku Erdogan çarşemê bi Serokwezîra Alman Angela Merkelê re hevdîtinek pêk bîne. Penaberên Tirkiyeyî jî dê di dema hevdîtinê de bi pankartên “Ne şer aşitî, ne zimanek pirzimanî, ne gelek pirgelî, ne olek pirol” Erdogan pêşwazî bikin.
31’ê cotmehê saet di 11.00 de, Erdogan dê were avahiya Serokwezîra Alman Angela Merkelê û li wir hevdîtinek pêre pêk bîne. Di dema hevdîtinê de, dê cara yekem saziyên weke AABF, YEK-KOM, ATÎF, AGÎF, DÎDF, ODA, Yekitiya Ciwanên Ereb-Elewiyan, TUDAY û FKE û saziyên din ên penaberan, li Brandenburg Tor (Derî) ê ku ji 300 metre ji avahiya Serokwezaretê dûr e, li hev bicivin û bêjin “Em Erdogan naxwazin” û mitîngek protestoyî li dar bixin. Di mitîngê de dê Hevseroka Keskan Claudia Roth û Serokê Koma Partiya Çepgir Gregor Gysi axaftin bikin.
DÊ JI HER DERÊ ALMANYAYÊ OTOBUS RABIN
Sekreterê Giştî yê Federasyona Yekitiya Elewiyan a Almanyayê (AABF) Alî Dogan diyar kir ku ew xebatên xwe yên mitîngê berdewam dikin û sedema nexwestina Erdogan ji ANF’ê re vegot. Dogan da zanîn ku amadekariyên mitîngê li ber qedandinê ye û got; “Em li bendê ne 10 hezar kes tevil bibin. Her çendî di nava hefteyê de be jî, lê hejmarek zêde ye. Em li gel girseya demokratîk bi hezaran afîş û belavok amade dikin. Heyecaneke cidî heye. Em dê weke pêwîst Erdogan pêşwazî bikin. Em wî li vir naxwazin û em dê ji wî re bêjin ku divê ji vir bicehinime."
Dogan destnîşan kir ku dê ji bo mitîngê ji her derên Almanyayê otobus rabin û got ku ew ê rûyê rast ê Erdogan nîşanî hemû raya giştî ya Alman bidin. Dogan da zanîn ku ew ê li her derê bêjin ku Erdogan li dijî demokrasiyê ye û ev bang li Serokwezîra Merkelê kir:
BILA MERKEL PIRSAN JI ERDOGAN BIKE
"Mîtînga me 300 metreyî ji serokwezaretê dûr e. Merkel dê ji dirûşme û mîtînga ji xwe agadar be. Ne tenê Merkel û hikûmeta Alman, banga me dê li hemû partiyên muxalefetê be. Bi sal in dirêj li Almanyayê Tayyîp Erdoganê ku wekî demokratê pêşketî dihat nasîn. Em rûyê rast yên Tayyîp Erdogan nîşan bidin û em dê şaşiyên Erdogan yên di siyaseta li hemberî kurd, Sûriye û kêmaran dimeşîne dê hemûyan nîşan bidin.
Ji xwe dema mirov li rapora Pêşveçûnê ya YE’yê dinêrinê rewşa Tirkiyeyê li holê ye. Em li gorî van dixwazin ku Merkel ji pirsan ji Erdogan bike. Serokwezîrekî ku li welatê wî, niha 750 girtî di greva birçîbûnê de bin û ev girtî li ber mirinê bin û bê Almanyayê resepsiyonê bide divê ji xwe şerm bike. Ji ber ku li welatekî demokratîk serokwezîr û wezîrê dadê neçar e îstîfa bike. Dema rewşek wisa hebe serokwezîr wekî ku qet tiştek nebûye, tu dibêjî qey Tirkiye û gul û gulîstane nîşan dide û ev şerma herî mezin e.”
ERDOGAN DIXWAZE LI ALMANYAYÊ CIVAKEK GETO AVA BIKE
Sekreterê Giştî yê AABF’ê Alî Dogan ku da zanîn ku her ku Erdogan hatiye Almanyayê bû sedema krîzê û wiha got: “Em wekî ku Alman difikire, naxwazin pirsgirêkên Tirkiyeyê bînin vir. Lê em ji Almanan; naxwazin ku Erdogan li vir civakek getto ava bike û senteza xw eya îslam-tirk bikişîne vir. Hikûmeta AKP’ê li ser penaberên li Tirkiyeyê zextên mezin pêk tîne”.
Dogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Xebatên cidî yên AKP’ê û Cemaata Gulen li Almanyayê hene. Li vir bi dehan sazî û dibistan tên avakirin. Her wiha Ocaxên Ulku û Nêrîna Netew jî xebatên cidî dimeşînin. Ev yek nayê qebûlkirin. Dive Almanya li dijî vê planeke çalakiyê pêk bîne. Ev mirov li vir demokrasiyê naxwazin.”
Dogan destnîşan kir ku dema komên cuda yên Tirkiyeyê tên cem hev ev heyecanê dide wan û wiha got: “Ev bo me destpêkek mezin e. Sala pêş em dixwazin mîtîngeke ku 100 hezar kes tevli dibe pêk bînin. Li wir bila Almanya daxwazên me bibîhîze.”