Erdogan bazariya bi DAIŞ'ê re piştrast kir

Erdogan bazariya bi DAIŞ'ê re piştrast kir

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, der barê berdana 49 xebatkarên konsolosiyê de piştrast kir ku bi DAIŞ'ê re bazarî hatiye kirin. Erdogan "bazariyeke siyasî heye" û ji bo îdîayên "pevguherandinê" negot derew e.

Erdogan ji bo tevlî danûstandinên li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe, li ser rêya New Yorkê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Erdogan bersiv da pirsên li ser berdana 49 xebatkarên konsolosiyê û îdîa kir ku dîlgirtî bi operasyonekê hatiye rizgarkirin û ev operasyon jî ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin.

ERDOGAN: BAZARIYEKE SIYASÎ LI HOLÊ HEYE

Li ser pirsa 'bi DAIŞ'ê re bazarî kiriye yan na' Erdogan diyar kir ku ne bazariyeke madî "bazariyeke siyasî" hatiye kirin. Erdogan got, "Bazariya madî ti carî ne pêkan e, nebûye. Ji aliyê siyasî, dîplomatîk ve çêbû. Di encamê de jî em gihaştin vê derê."

Serokkomar Erdogan ji bo îdîayên "pevguhertina" bi DAIŞ'ê re negot derew e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Pevguhertin çêbû yan jî nebû, di encamê de 49 welatiyên me hatin. Ne pêkane ku em 49 welatiyên xwe bi tiştekî din bidin guhertin. Welew ku çêbû be pevguhertineke bi vî rengî çêbûbe jî ez ê li vê binêrim: Berdêla 49 welatiyên min bi tiştekî din nayê guhertin, şikir ji xwedê re gihaştin malbatên xwe."

GELO DI PEVGUHERTINÊ DE MEBEST DERBASKIRINA ÇETEYÊN DAIŞ'Ê JI SÎNOR E?

Takva Haber a ku propaganda rêxistina çete DAIŞ dike, nivîsandibû ku 49 xebatkarên konsolsoiyê di encama muzakereyên di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de hatine berdan. Malpera mijara gotinê mîna peyva Erdogan a 'bazariya madî tineye' nivîsandibû ku "fîdye" nehatiye girtin û gotibû, "Di encama kombûna her du dewletan li dora maseyekê de lihevkirin çêbûye."

Tê gotin ku dewleta Tirk, di berdêla alîkarîdayîna DAIŞ'ê ji bo dorpêçiya Kobanê, wezîfedarên konsolosiyê serbest hatine berdan.

Nûçeyên di çapemeniyê de tên weşandin, vê agahiyê piştrast dikin.

3 roj beriya serbestberdana dîlgirtiyan, di çapemeniyê de hatibû weşandin ku 1500 terorîstên DAIŞ'ê di ser Akçakale-Tel Abyad de derbasî Rojava hatine kirin.

Her wiha derketibû holê ku li ser sînorê Tirkiye-Rojava bi trenan çekên giran û alavên leşkerî ji çeteyan re hatin ragihandin.