'Er ist immer noch krank' (Ew mêrik hîna jî nexweş e)

'Er ist immer noch krank' (Ew mêrik hîna jî nexweş e)

Sibeyek sar a Berlînê. Rojek tav e, lê yek ji tavên ji rêzê yên sexte yên Almanayayê ye. Em li "Brandenburger Tor" bi navê yê Kurdî ''Deriyê Brandenburgerê'' ne. Ev deriyê xwedî dîrokek 220 sal, di heman demê de şahidê dîroka Almanyaya nêzîk e jî. Napolyon bi leşkerên xwe ve di vî deriyî re derbas bûne û heta Moskowê çûne. Komar di vî deriyî de hat ragihandin, 30’ê çileya 1933’yê Nazî li ber vî derîyî li hev kom bûn û “serkeftina xwe” pîroz kirin.

Li rêya rojava a derî tabeleyek hesinî ya li ser “Dîwarê Berlînê di navbera 1961-1989’ê de di vir re derbas dibû” nivîsandiye. Li aliyê rastê yê derî Meclîsa Federal û li bîrdariya herî mezin a Cihûyan a Ewropayê ku ji 2711 blokên reş pêk tê heye. Demekê li bakûrê baxçeyê çayê ku zilamê sadiq ê Hîtler, Goebbelsê ku digot ''Hûn çiqas tiştekê demdirêj dubare bikin, mirov dê ewqas bawer bikin'' hebû.

Duh danê sbiê, di saetên destpêkê de penaberên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên ku dimeşiyan Deriyê Brandenburgerê hebûn. Gava me li dîwarê şermê û şopên ji ber wê mane meyzand, dîroka Almanyayê li ber çavên min zindî bû. Koma penaberan ku em di rê de li rastî hev hatin, xeleka dawî ya vê dîrokê bû. Ligel peymana kar a ku 30’ê cotmeha 1961’ê di navbera her du aliyên Almanya-Tirkiyeyê de hate îmzekirin, jiyana van penaberan guherî. Hinek ji wana bi êşa Dêrsimê mezin bûne, hinek jî bûyera Mereşê jiyane, hinek jî şewata Sêwazê û hinek ji wan jî salên 1990’an dîtine.

Qada ku ew lê kom bibûn, ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin. Erdogan ji benda polîsan wêdetir bi Serokwezîra Alman re hevdîtin pêk anî û got'' Ez li pêşberê Ewropayê dibêjim'' bi vî awayî derewên xwe yên ji Enqereyê anîbû, aşkere kir. Erdogan li hemberî grevên birçîbûnê yên ku bi sedan mirov bedena xwe dane ber mirinê, wêneyê rojnameya Yenî Akît a ''Kebaba berxikan dixwin'' derxist û divibû ev gotinên wî negihişta meydanê.

Ev welat welatê Nietzscheyê ku digot ''Êşa min nakuje, min bi hêz dike'', Goetheyê digot ''Ronahî, hinekî din ronahî'', Marksê digot ''Fêmkirina cîhanê ne bes e, guhertina wê divê'', Hegelê digot''Dêra her kesî dilê wê/wî ye'' û li hemberî Vatîkanê şer îlan kir û welatê Martin Lutherê ku di dîroka Xristiyanan de gavek mezin avêt e.

Di salên sar de, tenê 4 hefteyên wê tav in. Welatê zanyarên li ber ronahiya muman cîhanê hejandin (...) Di heman demê de welatê Martin Nemollerê 8 salan di kampên berhevkirinê de borand û poşmaniya xwe gotinên ''Gava nazî hatin komunîstan girtin ez bê deng mam ne komunîst bûm, gava Nazî hatin sosyal-demokratan girtin û birin bê deng mam, ne sosyal-demorkat bûm, gava hazî hatin sendîkvanan girtin û birin ez bêdeng mam, ne sendîkavan bûm. Lê gava hatin min birin, kesek ku bikare vê yekê protesto bike nemabû'' vegot e.

Em hemû dîroka Almanyayê deynin aliyekê, lê bêdengiya Merkela ku beriya hefteyekê di dema danîna bîrdariya ji bo Romenên ji aliyê Naziyan ve hatin kuştin de hesir ji çavên xwe barand û got ''ên dijîn jî sucdar in'', çi xerîb e. Jixwe siyaseta Almanan ewqas xedar e ku tu derewan efû nake. Ji ber ku generalên Alman di êrîşa Kunduz a sala 2009 pêk hat û di encamê de 142 Efxan jiyana xwe ji dest dan, veşart, wezîrê parastinê yê Merkelê îstîfa kir. Çiqas dişibe Roboskiyê ne wisa?(!)

Ji ber ku teza doktora ya wezîrê parstinê Guttenberi dizî bû û di dema xwe de li xwe mikûr nehat, ji ber ku Serokkomar Kohler got ''Em ji bo berjewendiyên xwe yên aborî li Efxanîstanê ne'', serokkomarê piştî wî jî Wulf jî ji ber ku krediya xwe ya taybet venegot û zextê li çapemeniyê kir îstîfa kir. Ev hemû mirovên ku avêtin ''sergoya siyaseta Alman'', 'zilamên Merkelê bûn''.

Li aliyekê rapora pêşketina Tirkiyey ya 2012 ku weke romana herî baş a tirsê hate nirxandin, Erdogan dibêje ''Hûn ji bo endamtiya me ya Ewropayê ne durist in''. Weke ku xwendekarek di hemû dersên xwe de pûanên kêm bistîne û mamosteyê xwe sucdar bike. Ev yek jî ne bes bû îcar got''Ev 50 sal in hûn me li ber derî dihêlin, em dê 2023’yê bibin endama YE’yê.'' Merkel li hemberî vê yekê dengê xwe nekir. Erdogan ê ku li pey dengên (ray) kesên hemwelatiyên Tirkiye û Almanyayê careke din anî rojevê, lê Merkel careke din pêjna xwe derxist.

Erdogan ji bo ''Derewên Berlînê'' rûpeleke nû vekir û serdana Erdogan bi van sernûçeyan di çapemeniya Alman de cih girt: "Erdogan heta Deriyê Brandenburg hat" (Stern), "Divê Tirk Goethe hîn bibin" (Bild), "Erdogan ultîmatom da YE’yê" (Frankfurter Allgemeine), "Tu ne bi xêr hatî Erdogan" (Neues Deutschland), "Erdogan ji Merkelê sê qat zêdetir pûan girt" (Die Welt), "Erdogan ji Ewropayê dîroka dawî xwest" (Der Spiegel), "Ewropa û Tirkiye: Pêdiviya kê bi kê heye?" (Westdeutsche Zeitung).

9’ê çileya 1853’yê li Petersburgê li ser xwarinê balyozê Îngilîz û 1’emîn Nilocalês Çara Rûsan li ser Osmaniyên ku ber bi hilweşînê ve diçûn diaxivîn. Çarê Rûsan li ber guhê balyozê Înglîz xwe tewand û ji Osomaniyan re got ''Ew zilamê nexweş ê Ewropayê''. Ger ez bûma şûna edîtorên rojnameyên Alman, bêyî ku li benda 2023’yê bimînim min dê vê gotina 'Er ist immer noch krank' (Ew mêrik nexweş e) bi kar bianiya.