Enternasyona Ciwanên Sosyalîst: Bila daxwaz bên pêkanîn

Enternasyona Ciwanên Sosyalîst: Bila daxwaz bên pêkanîn

Serokê Duyemîn yê Enternasyonela Ciwanên Sosyalîst Evîn Încîr xwestin ku daxwazên girtiyên di grevê de bên cih.

Evîn încîr ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li girtîgehan girtî pêngav bi pêngav berbi mirinan ve diçin û daxwaz kir ku bila daxwazên girtiyan bên cih.

Încîr ku peywira Lijneya Rêveber a Navenda SSU ya rêxistina Ciwanan a Partiya Karkerên Demokrat ya Sosyal ya Swêdê jî dimeşîne, destnîşan kir ku daxwazên girtiyan yên wekê bi zimanê dayikê xwe parastin û bi zimanê dayikê perwerde û tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, daxwazên mafdar û rewa ne.

Încîr bêdengiya çapameniya Swêd û Tirkiyeyê ya der barê grevê birçîbûnê de jî rexne kir û wiha got: “Duh êvarê rêveberiya SSU civiyan û geşedanên Tirkiye û Kuristanê nîqaş kir. Me grevên birçîbûnê jî anî rojeva xwe.”