Endamên ACTÎT û ÎGÎF’ê di greva birçîbûnê de ne

Endamên ACTÎT û ÎGÎF’ê di greva birçîbûnê de ne

Piştgiriya saziyên endamên AvEG-KON ên ji bo greva birçîbûnê ya girityên Kurd ên ji doza PKK û PAJK’ê li her derê belav dibin.

Endamên Konfederasyona Penaberên Bindest a Ewropayê (AvEG-Kon) ACTÎT ku li Parîsê xebatan dimeşîneû ÎGÎF a ku li Swîsreyê xebatê dimeşînin, ji bo piştgiriyê dibin greva birçîbûnê ji bo du rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

GREVA LI PARÎSÊ HAT DESTPÊKIRIN

Endamên ACTÎT, SKB; YS û Komîteya Piştevaniya ji bo Girtiyan a Ewropayê, bi armanca piştgiriya bi girityên Kurd re li Parîsê ji bo du rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Di daxuyaniya hate dayin de bal kişandin ser rewşa krîtîk a girtiyan û banga piştgiriyê hate kirin. greva birçîbûnê di 8-9’ê mijdarê de li navenda ACTÎT’ê hate destpêkirin.

ENDAMÊN ÎGÎFÊ SIBÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIKIN

Federasyona Karkerên Penaber ên Swêdê (ÎGÎF) û saziyên endamên wê di daxuyaniya dan de ragihandin ku ew ê 10-11’ê mijdarê bikevin greva birçîbûnê û grev dê 2 rojan berdewam bike.

ÎGÎF di daxuyaniya xwe de banga qebûlkirina daxwazên girtiyan kir û bal kişand ku rewşa girityan gihiştiye asteke krîtîk. Federasyonê da zanîn ku ger tiştek nerênî biqewime, berpirsê vê yekê hukûmeta AKP’ê ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê komeleya BEKSAMê li Baselê ji bo du rojan bikeve greva birçîbûnê û dê 2 rojan berdewam bike.

Greva birçîbûnê dê 10’ê mijdarê li BEKSAM Oetlinger str.189 A 4057 Basel dest pê bike.