Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, diyar kir ku wan hemû siyasetên qirêj vala derxistine û xebatên xwe yên ji bo avakirina yekîtiya Kurdan didomînin. Ehmed bal kişand ser hewldanên ji bo avakirina komîteyeke parastinê û got; “Komîteyek parastinê ya leşkerî dê çêbibe. Ev komîte dê ji 10 kesan pêk bê, ji vana 5 YPG 5 ji partiyên din. Ev dê bihemû hêzên ku dibêjin çekdar in re hevdîtinan çêbikin ku dibin sîwanekê de bibin yek. Ger ku neyên jî , dê ruyê wan baştir bê zanîn.”
Di demeke ku rewşa Sûriyeyê ber bi şerê navxeyî û mezhebî ve diçe de, Rojavayê Kurdistanê ku niha aramî lê heye, zêdetir dikeve rojevê. Kurdên ku berê ji aliyê tu hêzan ve nedihatin nasîn, di encama siyasetek rast de, êdî bûne hêz û aktorek diyarker. Lewre jî hêzên derve hewl da ku li vir bibandor bibin û Kurdan bixin bin tesîra xwe. Ji bo vê yekê jî ketin nava lîstikan, lê Kurdan jî di warê yekîtiyê de pêngavên girîng avêtin û bersiv dan. Di demên dawiyê de li hemberî Kurdan bi taybetî li Helep û Efrînê êrîş zêde bûne. Kurd jî li dijî van di siyaseta xwe de bi israr in. Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, der barê xebatên xwe û van hewldanên hanê de pirsên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîakyê bersivandin.
Desteya Bilind a Kurd ji çend partiyan pêk tê, xebatên wê niha di kîjan astê de ne?Di nava Desteya Bilind a Kurd de 5 partî hene, lê Desteya Bilind ji Meclîsa Gel a rojavayê Kurdistanê û Encumena Niştimanî Kurd a Suriyê pêk tê. Lewre 12 partiyên din ên di nava Encumena Niştimanî de jî hene. Lê di nava Encumena Niştimanî de zîhniyeta partiyan zêdetir li pêş e, yanî her yek dixwaze partiyan wan li pêş be, loma di gelek mijaran de lihevkirin çênabe.
Danustandin heta astekê hatine. Di bin banê Desteya Bilind a Kurd de, komîteyên parastinê, xizmetên civakî û têkiliyên derve hatine avakirin. Hema bêje di hemû mijaran de xebatên komîteyan hene û hewl didin ku pirsgirêkên gel çareser bikin. Dîsa ji bo ku li ser navê rojavayê Kurdistanê yek nûner û siyaset hebe, xebat tê meşandin. Em dixwazin desteya me takane muxatab be, di vî warî de jî gelek pêngav hatine avêtin. Di nava desteyê û partiyan de têkilî hene, lê bi taybetî bi hinek partiyên di nava Encumena Niştimanî de cîh digirin, hinek nakokî hene. Di nava Encumena Niştimanî de cîh digirin, lê desteyê qebûl nakin. Li aliyê din Desteya Bilind bi erêkirina herdu meclîsan hatiye avakirin. Yanî Encumena Niştimanî jî di nava xwe de hilbijartin kiriye û nunerên xwe yên Desteya Bilind diyar kirine. Lê piştî demekê neqebulkirin derketin. Hinekan li dijî desteyê civîn çêkirin û belavok belav kirin. Sedema wê jî berjewendiyên partiyan e. Dixwazin ku di her merheleyek biyarê de wekî partî cîh bigirin.
Gelo di zêdetirîn di kîjan mijaran de qebûlnekirin heye, an jî pirsgirêk derdikevin?Zêdetirin di mijarên tifaqan û xebatên dîplomasiyê de qebûl nakin, dixwazin ew li pêş bin, di nava hevdîtinan de bin. Carinan endamên Desteya Bilind biçuk dixin, teşhîr dikin. Lê li aliyê din di peymana desteyê de xalek jî ew e ku hevdû teşhîr nekin. Lê mesela Hekîm Beşar çend caran diçe hevdîtina çêdike, hewl dide PYD’ê reş nîşan bide. Wekî ku têkiliyên PYD’ê bi Îran û Suriyê re hene, nîşan didin. Carinan jî hinek li gorî xwe tevdigerin. Li hinek bajaran di komîteya Xizmetên Civakî de pirsgirêk derdikevin. Mînak li Amudê kesek bi navê Elî Bagarî di nava komîteya xizmetê ya jor de cîh digire, lê ji alîkariya ku ji başûr hatiye para çuye Amudê, bêyî agahîya komîteyê, li gorî xwe belav kiriye. Ev jî buye sedema nerazîbûnan. Dîsa di meseleya asayişê de carinan pirsgirêk derdikevin.
‘ARMANC AVAKIRINA MECLÎSA GIŞTÎ YE’
Baş e têkiliyên Desteya Bilind ên bi partiyên din re di kîjan astê de ne?Têkiliyên me hema bêje bi hemû partiyan re hene. Em dixwazin meclîsek giştî çêbikin. Jixwe me biryar girtibû ku herdu meclîs (Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumenî Niştimanî Kurd) bêne ba hev. Lê Encumena Niştimanî gotibû divê nêrîna rêveberiya xwe bigirin. Niha qebûl kirine. Di rojên pêş de wê civîn bê lidarxistin. Di vê civinê de em ê hewl bidin ku nêrinek hevpar a siyasî diyar bikin û meclîsek giştî ava bikin. Li ser van herdu mijaran dê nîqaş bêne kirin. Ji bilî vana 12 partiyên din jî hene, lê têkiliyên me bi wan re jî hene, hinek erênî nêzîk dibin, lê tu hêzek wan tune ye.
Li aliyê din partiyên wekî Azadî çi karên xirab hene dikin. Sedema pevçûna li Efrînê ku endamek asayîşê jiyana xwe ji dest da û 2 êrîşkar mirin ew bûn. Zemîna wê wana çêkiribû. Dîsa li gundê Mabata xwestin şerê di navbera 2 malbatan de veguherînin şerê elewî û sunî. Li çend cihên din jî hewldanên wan ên bi vî rengî hene. Em li dijî van siyasetên qirêj jî têkoşînê dimeşînin.
‘LÎSTIK JI DESTPÊKÊ VE HENE’
Derkete holê ku li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya dîplomatên Tirk, Amerîka, Îsraîl û hikûmeta herêmê civînek nepenî hatiye lidarxistin û biryarên li dijî PYD’ê hatine girtin, her wiha tê xwestin Desteya Bilind ji bo bêhêzkirina PYD’ê bê bikaranîn… Ev lîstik ji destpêkê ve li hemberî Kurdên Rojava û li dijî PYD’ê hene, hewldanên tunekirinê hene. Hemû hewldanên ku tevgera me wekî alîgira Baasê nîşan didin û hwd. bi vê armancê bûn. Lê tevgera me siyasetek demokratîk meşand û bi şêwazek rast herêmên Kurdan bidest xistin. Piştî vê yekê Kurd bi riya Meclîsa Gel û PYD’ê, wekî muxatap hatin girtin. Vaye planên tên meşandin li hemberî vê siyaseta me bûn. Hemû hewldan ji bo tunekirina Meclîsa Gel û PYD’ê bûn. Xwestin kesên wekî Hekîm Beşar ku bi hêzên derve re di nava hewkariyê de ne, tu xizmetek wan ji bo gelê Kurd nîn e û temsîla Kurdan nakin, derxînin pêş. Ev siyaset hertim hebû, lê me ev hewldan hemû vala derxistin.
Pişti avakirina Desteya Bilind ku me wekî “pêvajoyek dîrokî” binav kir, ev siyaset vala derket. Bi vê yekê hate nîşandan ku PYD naxwaze bi tena serê xwe be, dixwaze hemû rêxistinên din jî hebin. Lê ne li ser esasê tunekirina wê. Li aliyê din hezên derve û hikûmeta herêmê dixwazin bi riya Desteya Bilind jî PYD’ê tune bikin. Piştî vê civîna veşartî, di nava desteyê de hewldanên wiha çêbûn. Mînak, di nava desteyê de komîtiya dîplomasiyê hate avakirin û hevdîtin dê bi kê re bêne kirin, divê bi agahiya desteyê bihatana kirin. Lê di nava nunerên partiyên din de, bi hinceta ku Amerîka yan jî Tirkiye naxwaze bi PYD’ê re hevdîtinan çêbike, xwestin ku hevdîtin bi riya desteyê na, bi riya partiyên din bêne çêkirin.
Mesela em ji bo civînê çubûn Hewlêrê, me dît ku di navbera nunerên Encumana Niştimanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu de civînek veşartî çêbû. Ev bêyî agahiya me çêbû. Ev hemû berdewama vê siyaseta qirêj bûn, dixwestin PYD’ê tasfiye bikin. Lewre me nerazîbûna xwe nîşan da û got ku hevdîtin ancax bi riya desteyê dikare pêk werin û kesên dê biçine hevdîtinan jî, dê deste diyar bike.
‘HÊZÊN DERVE DARGIRKER IN’
Têkiliyên we û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di kîjan astê de ne? Desteya Bilind bi YPG’ê re civîn çêkir û wekî hêzek fermî erênî nêzîk bû, lê piştre qebûlkirina fermî hate taloqkirin. Ev bandora van hewldanan e. Hevdîtina di navbera Desteya Bilind û YPG’ê de çêbû jî, bi armanca ku ev hêza bi derfetên xwe hatiye avakirin, bi fermî bê qebûlkirin bû. Desteyê jî erênî dît. Lê dîsa nûnerên Encumenî Niştimanî xwestin ji meclîsa xwe desturê bigirin. Lê piştre derket holê ku dixwazin ji bo amadekirina pêşmergeyan demê qezenç bikin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî ji rojnameya Fransî re axivî got ku ew 15 hezar ciwanên Rojavayî perwerde dikin...Li Başûrê Kurdistanê hêzek heye, lê ev 15 hezar kes ne yên Rojava ne. Wekî di civîna wan a veşartî de hatiye gotin, behsa pêşmergeyên xwe dike. Ew Kurdên ku ji vir çûne jî perwerdekirina wan e. Yanî dixwaze bêje ku Kurdên Rojava hatine wir, wan ji alîkarî daye wan, ew perwerde kirine. Lê di bin de jî pêşmergeyên xwe bişînin. Di rastiyê de dixwazin pêşmergeyan bişînin. Hatina wan jî, dagirkirina Rojava ye. Her wiha dixwazin balefirgehên leşkerî vekin.
Lê pêdiviya Rojava ne bi pêşmergeyan ne jî bi balefirgehan heye. Gelê Rojava heta niha xwe bi xwe parastiye, ji niha û pêde jî dê biparêze. Em dizanin ka ew pêşmerge çawa tên perwerdekirin jî. Kesên wan perwerde dikin, ên ku ji PKK’ê reviyane. Niha jî ciwanan perwerde dikin, hinek fermandar ji pêşmerge ne. Dê çawa ciwanên Rojava perwerde bikin û feydeyekê bidin miletê vir. Pêdiviya gelê vir bi felsefeya azadiyê heye, vê jî gel dê bi xwe çêbike.
Li hemberî van hewldan dê helwesta we çibe gelo?Hevditinên me yên bi YPG’ê re didomin. Komîteyek parastinê ya leşkerî dê çêbibe. Ev komîte dê ji 10 kesan pêk bê, ji vana 5 YPG 5 ji partiyên din. Ev dê bihemû hêzên ku dibêjin çekdar in re hevdîtinan çêbikin ku dibin sîwanekê de bibin yek. Ger ku neyên jî , dê ruyê wan baştir bê zanîn. Her wiha hevdîtinên me yên bi partî û rêxistinên din ên Rojava re didomin. Em ê ji bo yekîtiyê hewldanên xwe bidomînin, lê yên nebaş jî, em ê teşhîr bikin. Em ê têkoşîna xwe ya birdozî û siyasî jî bidomînin. Yên ku dixwazin di nava yekîtiyê de bin, em ê heta dawiyê bi wan re di nava danû stendinan de bin. Êdî ev gel ji aliyê hêzên din ve nayê birêvebirin.