'Em ê bi hev re biguherînin'

Di konferansa “Em ê bi hev re biguherînin“ de hate diyar kirin ku ancax dirûşmeyeke bi vî rengî dikare pêşeroja welat rizgar bike û hate gotin ku bi rastî jî em bawer dikin, em ê bi hev re biguherînin.“

Partiya Çep a Kesk bi dirûşmeya "Em ê bi hev re biguherînin" li Taksîmê li otêlekê konferansek li dar xist. Di konferansê de Dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê Riza Turmen, Midûrê Giştî yê KONDA'yê yê berê Bekîr Agirdir û akademîsyen-nivîskar Ayşen Ûysal wekî beşdarvanên konferansê axivîn. Li eywana konferansê pankartên “Li dijî dîktatoriyê ji bo welatekî wekhev, azad, ekolojîk û demokratîk”, “Jin li dijî serdestiya zilam bi hev re bihêz in”, “Em ê bi hev re biguherînin” û “Ji bo aştî, demokrasiyê, Tirkiyeyeke azad, wekhev, şîn û demokratîk” hatin daliqandin.

Axaftina destpêkê ya konferansê Hevberdevkê Partiya Çepa Kesk Îbrahîm Akin kir. Akin diyar kir ku ji bo avakirina pêşerojeke hevpar hatine ba hev û wiha got: “Kesek ji me nikare bi tena serê xwe li dijî van şert û mercên giran derkeve. Lewma divê em bi zanyarî tevbigerin û heke em bikarin bi kesên ne wekî me difikirin re jî perspektîfeke siyasî pêş bixin, wisa bawerim ku em ê vê rewşê biguherînin. AKP’ê nekarî di 7’ê Hezîranê de bi tena serê xwe bibe desthilatdarî û di nava şertên giran ên şer de, di hilbijartinên mijdarê de bû desthilatdar. Em naxwazin heman tişt bi serê me bê.”

‘PÊWÎSTÎ BI HEVKARIYÊ HEYE‘

Akin, bi domdarî tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên HDP’î, girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: “Vê pêvajoyê bandor li hemû kesî kir. Neheqî, derhiqûqî û faşîzm di lûtkeyê de ne. Li pêşiya me derfeteke weke hilbijartinê heye. Heke em bikarin bên ba hev, derfeta me heye ku mîna 7’ê Hezîranê dîsa bi wan bidin windakirin. Lewma dibe ku nêrînên me yên siyasî cuda bin û di nava tifaqên cuda de cih bigirin, lê heke daxwazeke me ya guherandina desthilatdariya AKP-MHP’ê hebe, em neçarin ku bi muxalefetê re hevkariyê bikin.”

Piştî axaftina destpêkê peyama hevpar a Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar a ji konferansê re şandin hat xwendin.

Bûldan û Sancar di peyama xwe ya hevpar de gotin: "Ancax dirûşmeyeke bi vî rengî dikare pêşeroja welat rizgar bike. Bi rastî jî em bawer dikin: 'Em ê bi hev re biguherînin.' Di encama meşa me ya ku me bi hev re mil bi mil da destpêkirin de, me bi hev re HDP'ê ava kir û HDP ji bo gelên Tirkiyeyê bû çavkaniya hêviyeke mezin û vebijêrkeke mezin. Em bi hev re ji heq zor û zehmetiyan derketin û me hemû kêfxweşiyên xwe bi govendgerandinê pîroz kir. Me piştevaniya li ser esasên hevrêtiyê tu carî paşguh nekir. Em niha bi hev re di wextekî wisa re derbas dibin ku bayê guherînê bi şid hil dibe. Ji bo em ji talan, nelirêtî, bêhiqûqîtî û pergala şer a desthilatê xelas bibin û ji bo em bi hev re pêşerojeke demokratîk ava bikin ji her wextî bêtir pêdiviya me bi hev heye.

 TIFAQA DEMOKRASIYÊ

Bangawaziya me ya ji bo Tifaqa Demokrasiyê ku ji zû de ye em dubare dikin, niha ji her wextê bêtir rojane ye. Pêdiviya hevpar a gelên Tirkiyeyê ye. Tifaqa Demokrasiyê, temînata bingehîn a îro û siberojan e. Lewma niha pêdivî pê heye ku muxalefeta civakî li dor bernameya têkoşîna hevpar kom bibe û derfetên têkoşîna bi hev re zexm bike. Ev pêdiviya hemû gelên Tirkiyeyê ye.

TÊKOŞÎNA HEVPAR

Jixwe hûn rêxistinkerê rasterast ên van lihevkombûna ne. Hûn dizanin, di warê peywirên me yên rojane de xebatên me yên ji bo zêdekirina derfetên vê têkoşîna hevpar bi awayekî xurt didomin. Bangawaziya we ya 'Em ê bi hev re biguherînin' di warê peydakirina vê pêdiviyê de girîng e, watedar û biqîmet e. Em vê xebata we ya watedar cardin silav dikin û serkeftinê dixwazin. Û em dibêjin rojên 'Em ê bi hev re biguherînin' pir nêzîk in."

Piştî xwendina peyama Hevserokên Giştî yên HDP'ê bi dorê Dadgerê DMME'yê yê berê Riza Turmen, akademîsyen-nivîskar Ayşe Ûysal û Midûrê Giştî yê KONDA'yê yê berê Bekîr Agirdir axivîn. Piştî beşdarên konferansê Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûve Damezrandin a Sosyalîst (SYKP) Cavîd Ûgûr, Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag û Cîgira Serokatiya Giştî ya Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Bûrcûgul Çûbûk axivîn.

Piştî axaftinan konferans bi dawî bû.