Elmanya di mijara Înterpolê de daxwaz şopandina Tirkiyeyê kir

Hikûmeta Elmanya, pêşnûmeya ku divê mekanîzma kontrolkirinê ya hevkariya bi polîsên Tirk re ya derbarê gelek rojnamevan û nivîskar bi rêya Înterpolê hatine dayîn, erê kir.

Herî dawî nivîskar Dogan Akhanli yê ku li ser daxwaza Tirkiyeyê li Îspanyayê hatibû binçavkirin û hê jî rê nayê dayîn ji vî welatî derbikeve, ketibû rojevê.

Nerazîbûnên li dijî bikaranîna Înterpolê ya li ser daxwazên Tirkiyeyê ya gelek siyasetmedarên muxalîf û nivîskaran bi sûcê ‘terorîzmê’ sûcdar dike, mezin dibe. Ji aliyê gelek siyasetmedarên Elman û kirina rojevê ya çapemeniyê ve Wezareta Edaletê ya Elmanyayê jî diyar kir ku wê li ser mijarê rawestin.

ERÊ KIR KU ÎNTERPOL BI AWAYEKÎ KÊFÎ LI DIJÎ MUXALEFETAN BIKAR ANIYE 

Wezîrê Edaletê û Endamê Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) Heîko Maas, erê kir ku heta roja îro hevkariya bi polîsên Tirkiyeyê re bi nîqaş bû. Maas ê ji Koma Fûnka Medya re axivî, diyar kir ku herî kêm li Ewropayê nirxandina vê mijarê û bi taybet li ser daxwazê radestkirinê ya Tirkiyeyê bersivên pêwîst divê bên dayîn.

Maas, bibîr xist ku Ewropa girêdayî rêgezên dewleta hiqûnê ye û got: “Ewropa ya ku bi rêgezên dewleta hiqûqê tê birêvebirin, rê nayê dayîn rejîma Tirkiye bi awayekî kêfî her kesê muxalîf bide şopandin” nerazîbûn nîşan da.

Ji deveyî Maas, ji wezîrên karê hundir ên eyaletên mezin ên mîna Nîedersachsen û Nordrheîn-Westfalenê daxwazên dişibin wan hatine kirin.

DAXWAZ HATIBÛ KIRIN KU XIZÎNEYA ENDAMÊN MALBATÊ BÊN RAWESTANDIN

Parlemeterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan a hevparê mezin ê desthilatê ye Roderrîch Kîesewetter daxwaz kiribû ku “Xizîneya darayî ya Erdogan a derveyî welat bê rawestandin.”
Kîesewetter, têkildarî kirîzên rojên dawî û piştî heqaretên Erdogan ên li hemberî polîtîkayên Elman û şûnde daxwaz kiribû ku pêkanînên li dijî rejîma Erdogan a ji aliyê eniya CDÛ ya partiya Merkel ve hê bê zêdekirin û got: “Nimîne dikarîn xizîneya darayî ya malbata Erdogan û hesabê wan ê li bankayan bidin rawestandin. Ji bo vê geleke derfet di destê me de heye.”