Serokê rêxistina Cihûyan a ji bo aşitiya di navbera Îsrîal û Filistînê de û berdevkê Ship to Gaza hunermend Dror Feiler bang li hukûmeta Tirk kir ku daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê yên Kurd pêk bîne û hemû girtiyên siyasî serbest berde.
Feiler di daxuyaniya da ANF’ê de diyar kir ku ew êdî ji zextên li hemberî Kurdan û parêzvanên mirovan zêde dibin, bi fikar in û ji bo rizgarkirina jiyana çalakgerên di greva birçîbûnê de bang li hemû parêzvanên mafê mirovan kir ku hewl bidin.
Feiler ê ku rojên borî di keştiya Estella ya ku alîkarî ji Filistînê re dibir û bi hinceta guh nedaye embargoya Îsraîlê, keştî hate dorpêçkirin û ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hate binçavkirin û 4 rojan di girtîgehê de ma, diyar kir ku ger li welateke mîna Tirkiyeyê ku dixwaze bibe endama YE’yê mirov ji ber nêrînên xwe bêne girtin, ev skandalek e.
Feiler got; “Kurd ji ber ku ziman û çanda xwe dixwazin tên girtin. Ev yek li welatek li Ewropayê pêk tê û Yekitiya Ewropayê li hemberî vê bê deng e. Ev rewşa tirsnak qet nayê qebûlkirin. Heke Kurd negihin azadiya xwe em jî li vir azad najîn.”
Feiler bang li Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt kir ku beriya di girtîgehan de mirin çêbibin, divê di demek zû de bi Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû re bikeve têkiliyan û divê daxwazên girtiyan bêne qebûlkirin.
Feiler bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku ev yek tê wateya bipêkirina mafê mirovan û got:
“Divê em vê bipirsin. Bêdengiya li hemberî polîtîka û binpêkirinên mafan ên li hemberî gelê Kurd tê wateya hevkariya sucê dewleta Tirk ê li hemberî Kurdan. Hemû welatên ku Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî îmze kirine, divê li hemberî vê neheqiyê rabin. .”
Feiler destnîşan kir ku her çendî rewşa girtiyan krîtîk e lê Swêdê li hemberî vê yekê bê deng e û rexneyên giran li Wezîrê Derve yê Swêdê Catl Bildt kir. Feiler herî dawî bang li hukûmeta AKP’ê kir ku daxwazên girtiyan pêk bîne û hemû girtiyên siyasî serbest berde.