'Eger mafê hêviyê tune be, ev yek wê bibe êşkence'

Parêzer Kamîl Tekîn Surek diyar kir ku 'mafê hêviyê' yê ku Konseya Ewropayê di biryara Ocalan-2 de qalê dike, divê ji bo her kesî be.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewroapyê biryara xwe ya bi navê 'Ocalan-2' beriya çend rojan eşkere kir. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî beriya niha ragihandibû ku girtina heta bi hetayê ya girankirî li dijî qedexeya êşkenceyê ye û ji Tirkiyeyê xwestibû ku di vê der barê de ya pêwîst bike. Lê belê 'hiqûqa taybet' a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li gel wî ne, roj bi roj tê girankirin.

Parêzer Kamîl Tekîn Surek biryara 'Ocalan-2' a Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û biryarên bi heman rengî yên DMME'yê ji ANF'ê re nirxand.

'DIVÊ HER KES XWEDÎ MAFÊ HÊVIYÊ BE'

Parêzer Surek diyar kir ku di hiqûqa înfazê ya modern de cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li gorî nêzîkatiya li Tirkiyeyê nayê nirxandin û got, "Di hiqûqa înfazê ya modern de girtîmayina heta bi hetayê nîne. Belê, 36 sal an jî cezayê heta dawiya temen tê dayin, lê belê vê yekê weke pêvajoyeke başkirinê dinirxîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê vê yekê weke 'mafê hêviyê' pênase dike. Yanî kesên ku li wir ceza li wan hatiye birîn divê hêviyeke xwe hebe ku rojekê bê berdan. Naxwe eger hêvî tune be ev yek wê veguhere êşkenceyê. Mirovên ku hêviya xwe nema be jiyan wê lê bibe êşkence. Di hiqûqa modern û mirovî de bêyî ku bala xwe bide ser sûc, ev yek divê hebe. Weke parêzvanên mafên mirovan û parêzeran ji destpêkê ve di mijara Abdullah Ocalan de me ew biryara DMME'yê parast."

Parêzer Kamîl Tekîn Surek bal kişand ser pêkanînên fîîlî yên di qanûna înfazê ya Tirkiyeyê de têne kirin, binpêkirina mafên mirovan bi bîr xist û destnîşan kir ku ev yek cûreyekî êşkenceyê ye: "Destûr nayê dayin ku kesên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li wan hatiye birîn bi hikumxwarinên dinr e hevdîtinê bike, yan jî sporê bikin. Tevlîbûna li çalakiyên civakî tê qedexekirin û dikin ku ceza bi tena serê xwe bikişînin. Di mijara hevdîtinê de astengiyan datînin. Tenê destûrê dide hevdîtina bi xizmên xwe yên sereke re. Li gel vê yekê hevdîtina bi parêzeran re qedexe dike. Ji bo karibe hevdîtinê bi hikumxwarên bi vî rengî re bikin ya divê dozeke nû bide destpêkirin, ya li DMME'yê dozê veke yan jî bi hiqûqa taybet destûrê bistînin. Naxwe dibêjin, 'Ji xwe cezayê heta bi hetayê lê hatiye birîn, ceza misoger bûye, ji ber vê yekê jî pêwîstî bi hevdîtina bi parêzeran re nîne'. Cihê van hemûyan di nava hiqûqê de nîne."