Edîtorê Misrî: Erka rojnamevanan e ku sûcê kîmyewî yê dewleta Tirk eşkere bikin

Edîtorê Ajansa Nûçeyan a El-Hedath Welîd El Rîmalî yê Misrî diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî nîşaneya têkçûna dewleta Tirk a di şer de ye û got, divê rojnamevan bi yek dengî li ser mijarê rawestin û sûcên dewleta Tirk eşkere bikin.

Rojnamevanê Misrî û Edîtorê Ajansa Nûçeyan a El-Hedasê Welîd El Rîmalî ji ANF'ê re ragihand ku Tirkiye ji mijûlbûna cîhanê ya bi şerê Rûsya û Ûkraynayê sûd werdigire û çekên qedexekirî li dijî Kurdan li Bakurê Iraqê bi kar tîne. El Rîmalî destnîşan kir ku divê li dijî sûcên şer ên artêşa Tirk, rojnamevan xwedî helwestek hevpar bin.

'BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ NÎŞANA TÊKÇÛNÊ YE'

Welîd El Rîmalî diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a li hemberî gerîla, nîşaneya têkçûnê û hovîtiyê ye û got, "Dewleta Tirk tevahî cureyên çekan di şerê li dijî Kurdan de bikar tîne. Dema ku li hemberî berxwedana Kurdan têk diçe, çekên xwe yên qirêj yên ku di qada navneteweyî de qedexe ne bi kar tîne. Wezîrê Parastina Neteweyî ya Komara Tirkiyeyê Hûlûsî Akar beriya niha li xwe mikur hatibû ku wan gaza rondikrêj li dijî Kurdan bikar aniye. Ev îtîraf jî, dilopeke ji deryeyên kiryaran ku Tırkiyê li dijî Kurdan pêk tîne. Rêxistina Bijîşkên Dijî Çekên Kîmyewî, ligel wêne û dîmenên di nûçeyan de hate weşandin jî, bêdengiya xwe li dijî sûcê mirovahiyê diparêze."

'JI ŞERÊ RÛSYA Û ÛKRANYAYÊ HERÎ ZÊDE ZIRAR KURDAN DÎT'

El Rîmalî anî ziman ku berê tevahî dewletên cîhanê li şerê Rûsya û Ûkranyayê ye, dewleta Tirk vê yekê weke firsendeke bikar tîne. El Rîmalî got ku ji ber dewleta Tirk endamê NATO’yê ye, bi welatên weke Rûsya re jî di nava têkiliyên xurt de ye û wiha axivî, “Hêjayî gotinê ye ku her çend hemû cîhan di bin bandora şerê Rûsya û Ûkraynayê de ma be jî, lê yê herî zêde ji vî şerî bandor bûne Kurd in.Di rêza bûyeran de Swêd û Fînlandiya ji bêalîbûna xwe ya demdirêj derketin û daxwaza endambûna NATO’yê kirin.  NATO jî yekeser qebûl kir. Lê li gorî rêziknameya NATO’yê divê hemû welatên endam bi endambûna her endamekî nû razî bin. Jixwe hemû welat li hev kirine, ji bilî Tirkiyeyê. Dewleta Tirk daxwaza derxistina endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û alîgirên Fethullah Gulen ji Swêd û Fînlandiyayê kir. Mixabin Swêd û Fînlandiyayê ji bo bibin endamê NATO’yê daxwaza dewleta Tirk pejirandin. Bi vê yekê Kurd bûn yek ji qurbaniyên herî zêde yên piştî şerê Rûsya û Ûkrayna, zirar dîtine Swêd, Fînlandiya û Ewropayê ku her tim bi parastina mafên mirovan xwe didin pêş, di rawestgeha yekem de Kurd terikandin.”

'JI BERXWEDANÊ PÊ VE TIŞTEK LI PÊŞIYA KURDAN NÎNE'

Rojnamevanê Misrî Welîd El Rîmalî derbarê daxuyaniya Seroka Sendîkayên Bijîşkan a Tirkiyeyê Şebnem Korur Fîncanci de jî ev tişt got, “Ji ber di mijarê de Kurd hene, dewleta Tirk bi awayeke hovane êrîş dike. Fîncanci ji ber got, ‘divê êrîşên çekên kîmyewî bên lêkolînkirin’ hate girtin. Ji ber vê yekê rê nade tu kesî li hember êrîşên wê yên li ser Kurdan bisekine. Ji bo vê yekê hemû rê û rêbazên neheq bikar tîne û pêşî li daxwaza mafên Kurdan û her parêzvanekî digre. Dîrok û pêşeroj jî şahidiya vê yekê dikin. Ji ber vê yekê, ji berxwedanê pê ve tiştek li pêşiya kurdan nîne.

'PDK HEVKARÊ DEWLETA TIRK E'

El Rîmalî bêdengiya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk nirxand û ev tişt got, “Bi rastî Tirkiye sûdê ji mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya û Ûkrayna digire û zilm û zordariyê li Kurdan dike. Ez wisa difikirim ku Tirkiye ji bo bikaranîna van çekên kîmyewî ti erêkirin ji  civaka navneteweyî girtiye. Lê îstîsmarek cidî heye. Mixabin dewleta Iraqê bi nakokiyên navxweyî yên di navbera Şîe û Sunniyan de mijûl e û li hember êrîşan bêdeng e. Helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK'ê û malbata Barzanî jî dide xuya kirin ku hevkariyeke wan bi Tirkiyê re heye, Partiya Demokrata Kurdistanê berî niha hezar û 200 maskeyên parastinê ji çekên kîmyewî yên ku diçûn ji gerîlayan re asteng kiribû û desteserkiribû. Ev helwest hevkariya PDK’ê ya ligel dewleta Tirk radixe berçavan.”

Rojnamevanê Misrî û berpirsê Edîtoriya Ajansa Nûçeyan a El-Hedasê Welîd El Rîmalî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku berpirsyariya tevahî ragihandinên li herêmê û cîhanê heye ku kiryarên hovane ya Tirkiyeyê ya li dijî gerîla û Kurdan eşkere bike.