Girtiyên bi navê Giyasettîn Yalçin û Saît Kaya yên di Girtîgeha Sergirtî ya Mêrsînê yên ku ji 24’ê cotmehê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne, greva xwe ya birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê.
Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd a ji 12’yê îlonê ve dest pê kir ket roja 60’emîn. Lê heta niha hukûmeta AKP’ê tu bersivek nedaye daxwazên girtiyan, berovajiyê vê yekê şert û mercên girtiyan dijwatir dikin.
Girtiyên ku nerazîbûnên nîşanî pêkanîn û zextên rejîma AKP’ê dan, greva xwe ya birçîbûnê ya bêdem û dorveneger veguhertin rojiya mirinê.
Girtiyên Kurd ên siyasî yên di girtîgeha Mêrsînê de Giyassetîn Yalçin û Saît Kaya nameyek ji Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê şandin û zextên li hemberî wan tên pêkanîn vegotin.
Di nameya tê gotin ku rayedarên AKP’ê bê navber êrîşê berxwedana wan dikin û got: “Her çendî bi awayeke fîzîkî pêk neyê jî, bi rêya bijîşk û rêyên cûda tê kirin. Em niha di zîndana Mêrsînê de bi tengasiyên cûda re rû bi rû ne. Hemû cure êrîşên ne exlaqî û ne huqûqî li hemberî me pêk tên” û wiha berdewam kir: “Bijîşk her roj bêyî ku bêzar bibin zextan li me dikin. Gava ji ber greva birçîbûnê tansiyona me digirin û şekirê dipînin, me diêşînin. Gava lêgerînê nêzîkatiyên nemirovan li hemberî me pêk tînin. Tenê armanca wan ew e ku greva birçîbûnê bi me dibin destjêberdan. Her tiştên wan tên dikin. Li şûna vîtamîna B1, hebên B-6, B-12 didin me. Pêwîstiyên vexwarinê nadin me. Em hin ji wana bi derfetên xwe dikirin. Me li hemberî van zextên di girtîgehê de greva xwe ya birçîbûnê veguherandiye rojiya mirinê.”
Di nameya ku roja 9’ê cotmehê gihişt de tê gotin; “Em di roja duwemîn a rojiya mirinê de ne. Em ji raya giştî re radigînin.”
Di berdewama nameyê de wiha tê gotin: “Ev du roj in ku em girtina tansiyonê û pîvana şekir red dikin. Dîsa faks û nameyên me ji ber greva birçîbûnê yên me nedigirin û ne jî didin. Cezayê qedexeya hevdîtinê da me û 3-4 hevalna. Dixwazin têkiliya me qut bikin.”
15 ROJ IN TECRÎD HEYE
Di nameyê de tê gotin “Nêzî 15 rojan e tecrîd heye” û bang tê kirin ku mudaxeleyê vê rewşê bê kirin. Girtî bi taybet bang li Odeya Tabîban dike.
Girtiyan bang li parêzvanên mafê mirovan jî kir ku mudaxlee bikin û diyar kirin ku nameyên ku ew ji ÎHD, komîsyonên lêkolîn û meclîsên bilind re dinivîsin, naşînin.
MIROV NIKARE DI GIRTÎGEHNA DE BIJÎN
Girtiyan gotin “êdî mirov nikare di girtîgehan de bijîn” û bang li parlementer, sazî û dezgeyên sivîl kir bikevin nava liv û tevgerê.