Doza Roj TV dest pê kir

Doza Roj TV dest pê kir

Rûniştina doza kanala Kurdan Roj Tv careke din li Dadgeha Bilind a Danîmarkayê dest pê kir.

Di biryara ku çileya 2012 hate aşkerekirin de, Dadgeha Danîmarkayê ya Kopenhagê nêzî 700 hezar Euro ceza dabû Roj Tvyê. Rayedarên kanalê li hemberî biryarê îtîraz kiribûn. Piştî îtîrazê doz careke din çû ber destê Dadgeha Bilind. Rûniştina dozê îro ji nû ve dest pê kir.

Rûniştina dozê ya îro saet di 09.30’ê de li Dadgeha Bilind a Kopenhagê dest pê kir û di rûniştinê de biryara ku Dadgeha Bajêr a Kopenhagê 10’ê çile derbarê Roj TV de dabû hate xwendin. Gava ku ev nûçe dihate amadekirin, biryar dihate xwendin.

Rûniştina dozê dê roja pênçşemê berdewam bike. Piştre, dê 19’ê mijdarê biryar bê dayîn. Çapemeniya Danîmarkayê eleqeyek berfireh nîşanî dozê dan û balyozê Tirk û heyeta pêre weke temaşevan beşdarî rûniştina dozê bûn.

Tê payîn ku rûniştina dozê di 14’ê hezîrana 2013’yê bi dawî bibe.

Roj Tv ku ji 1’ê Adara 2004’an ango avabûna wê heya niha hertim bûye hedefa dewleta Tirk. Li aliyekê dewleta Tirk bi sînyalan hewil dida weşanê asteng bikin, li aliyê din jî zext li ser Danîmarkayê ku lîsansa weşanê lê hebû zêde kirin. Dîplomasiya dewleta Tirk ya têkildarî Roj Tv di sala 2010’an giha asta bilind.

Di encama hewildanên dewleta Tirk de di 4’ê Adara 2010’an bi ser studyoya televîzyonê ya li Belçîkayê girtin.

Piştî vê serdegirtinê Îlona 2010’an bi daxwaza girtina televîzyonê doz hate vekirin. Doza ku 15’ê Tebaxa 2011’an dest pê kir ji 26 dosyayan pê khat. Ji 30 rûniştinan zêdetir yên Roj Tv’yê dadgehê şahid qebûl nekirin, dozgeran di çarçoveya dosyayên dewleta Tirk dayînê îdîaname amade kir û daxwaz kir ku, şîrketa Mezopotamya Broadcast ya ku Roj TV jî girêdayî ye hemû weşan bêne girtin.

Di rûniştina biryarê ya Çileya 2012’an de Heyeta Dadgehê li şûna girtinê 5 milyon 200 hezar Kron, nêzî 700 hezar Euro cezayê pere lê birî. Rayedarên televîzyonê biryar bêmafî bi nav kirin û îtîraza dadgeha jor kir. Lê belê hewildanên dewleta Tirk piştî biryarê jî dom kirin.

Piştî biryarê şîrketa Eutalsat ya li Parîsê da diyarkirin ku, heya biryar bi encam dibe ew dê weşana Roj Tv rawestînin.

Sekreteriya Medya Danîmarkayê ji 3’ê Cotmehê ve Nûçe Tv û MMC yên girêdayî Şîrketa Weşana Mezopotamyayê ji bo 2 mehan rawestandin.

Rayedarên televîzyonê ev hemû zext nirxandin û li ser îtîraza wan dê sibe doz li Dadgeha Bajarê Kopenhagê destpê bike. Doz dê 14’ê Hezîrana 2013’an bi dawî bibe.

Biryara doza ku rayedarên di derbarê Eutalsatê de vekirîn dê 6’ê Mijdarê were aşkera kirin.

Beriya doza li Danîmarkayê bê dîtin zextên li ser Kurdan jî zêde bûn. 18’ê Îlonê li paytext Kopenhagê di serdegirtina malan û cihên kar de 7 Kurd hatin girtin. Zextên li ser esnafên Kurd jî zêdetir bûn. Dê doza 7 welatparêzên Kurd jî 30 cotmehê bê pêk bê.