Doza Kobanê: Tenê leşker û polîs tevlî rûniştinê bûn

Rojek navber dane rûnştina Doza Kobanê ku tenê leşker û polîs lê hazir bûn.

Rûniştina 6'an a Doza Kobanê ku 21 jê girtî derheqê 108 kesan, bi hinceta raperîna 6-8'ê Cotmeha 2014'an hatî vekirin li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê çêbû.

Parêzer û siyasetmedar tevlî rûniştinê nebûn. Bi şertê 'karta turkuaz' nehiştin ku nûçegihan rûniştina dozê bişopînin.

Li hêwana dadgehê tenê polîs û leşker hazir bûn. Rojek navber dane rûniştinê. Rûniştina 7'an a dozê wê 9'ê Kanûnê çêbibe.