Doza Kobanê: Polîsê gilîkar ji medyayê fêr bûye
Di rûniştina doza Kobanê de polîsê gilîkar Mûrat Ozenlî axivî û got, “Bi qasî ku min di çapemeniyê de dîtiye ez dizanim çi ye.”
Di rûniştina doza Kobanê de polîsê gilîkar Mûrat Ozenlî axivî û got, “Bi qasî ku min di çapemeniyê de dîtiye ez dizanim çi ye.”
13'emîn rûniştina Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 kes dihatin darizandin li salona rûniştinê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê di roja 6'emîn de hat dîtin.
Endam û rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Parêzgeha Enqereyê û gelek parêzer tevlî rûniştina dozê ya ku li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin, bûn.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di salonê de amade bûn, siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlê rûniştinê bûn. Hin siyasetmedar hincetên xwe ragihandin û tevlê rûniştinê nebûn.
POLÎSÊ GILÎKAR: MIN JI MEDAYAYÊ DÎT
Rûniştina dozê bi îfadeyên polîsê gilîkar Mûrat Ozenlî berdewam kir.
Gilîkar Ozenlî diyar kir ku di xwepêşandanên li Wanê de ji lingê xwe birîndar bûye û ragihand ku ew gilîkar e.
Piştre Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata ji Ozenlî re got, “Em weke teşwîqkarê bûyerên vê dosyayê tên darizandin. We di îfadeya xwe de diyar kir ku we kesê ku we birîndar kiriye nedîtiye. Di îfadeya xwe ya destpêkê de we diyar kir ku hûn ji teşwîqkarên bûyerê gilî nakin. We bersûcên li vir li cihê bûyerê dîtin?”
Gilîkar Ozenlî anî ziman ku kesek nedîtiye û got, “Hê jî wekî memûrê polîs em wê ji çapemeniyê dişopînin. Bi qasî ku min di medyayê de dîtiye, ez dizanim çi ye.”
LI BERAMBERÎ PIRSAN BÊDENG BÛ
Gultan Kişanak pirsa “We di îfadeya xwe ya berê de ji me gilî nekiribû, hûn çima niha gilî dikin?” kir. Gilîkar Ozenlî ku yekser bersiva pirsên berê dida, piştî vê pirsê bêdeng û dudilî bû. Ji ber ku bêdengiya glîkar bal kişand dozgeriyê jî li pirsê îtîraz kir. Li ser vê yekê, biryara dadgehê ev pirs red kir.
Parêzer Mahsûnî Karaman pirsa “Gelo hevoka ‘banga derketina kolanan’ ku we weke Selahattîn Demîrtaş gotibe di îfadeya xwe de anîbû ziman tê bîra we?” kir; gilîkar Ozenlî jî diyar kir ku yek hevok jî nayê bîra wî.
Piştre Ayla Akat Ata derbarê îfadeyên gilîkar de nirxandinan kir.
Sebahat Tûncel jî anî ziman ku di dema bûyerê de haya gilîkar ji tiştekî tunebûye û wiha got: “Di emniyeta polîsan de dixebite, çû û mudaxele kiriye. Her gilîkarê ku hûn tînin vê derê xwe neçar hîs dikin ku derewan bikin. Dizane ger derewan neke wê ji kar bê avêtin. Di hikûmetên faşîst de derew amûra herî bingehîn e. Îro li vî welatî desthilatdarî tim derewan li civakê dike. Bi awayeke xwezayî, ev yek ji serî heta binî belav dibe. Gilîkarê îro di esasê de li ser navê dewletê axivî. Hestê dewletê nîşan da. Ev doz doza tolhildanê ye.”
Derbarê şahidên bi navê Kadrî Cîhan, Samî Batmaz, Bariş Kizilçay, Besîme Mordenîz û Gokçek Gokberk, Nûrettîn Dogrû, Gazanfer Koç, Şeyhmûs Kaplan, Suleyman Çakmak, Kadîr Gulmez, Ferît Onder Karakoç, Ûmût Esmer, Zulkuf Ceyhan, Şahîn Ateş, Îrfan Kaplan, Mehmet Sayin Karaarslan, Elvan Karataş, Huseyîn Tekdemîr, Alîşan Bîlen, Celal Sevînç, Zulkuf Karatekîn, Yunus Emre Şakî û Ergul Înce ku di dosyayên Sebahat Tûncel û Gultan Kişanakê yên kirinî yek dosya de cih digirin, ji bo guhdarîkirina wan di qonaxa gihandinê de bi li ber çav girtina rêjeya girîngiya îfadeyan biryar hat dayin ku cihê xwe negirin. Piştre jî serokê dadgehê îfadeyên nivîskî yên şahidên navborî xwend.
Di vê navberê de parêzer Kenan Maçoglû û siyasetmedar Nazmî Gur bertek nîşanî xwendina îfadeyên şahidan dan.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî got: “Piştre biçin hemû îfadeyên şahidên ku ji sala 1978’an û vir ve îfade dane bixwînin. Ger li Tirkiyeyê 10 hezar şahid hebin, vêçaxê hemûyan bînin. Hûn hewl didin ku ji her kesê ku tê pêşiya we re girêdanek sedemî saz bikin û bikin şahidek di vê dosyayê de. Hûn ji şahidên ku di dosyayên ku kirine yek dosya de hatine guhdarîkirin me hemûyan dipirsin. Ger ew dosya nehatibana yekkirin? Kî wê di derbarê me de ji şahidên ku têne guhdarî kirin bipirsiya? Wê peywendiyek çawa bihata sazkirin? Çima hûn îro dipirsî? Bi îdianameya bi zorê hûn hewl didin ku hemû navên şahidan bixwînin û îfadeyan bigirin. Divê îfadeyên van şahidan ji dosyayê bê derxistin.”
JI BO DADGEHÊ: HÛN SERÎ LI KOMPLOYÊ DIDIN
Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel jî got, “Hemû şahidên tên jî li dijî me naaxivin. Ji ber vê yekê hûn şahidan ji çopê kom dikin. Ji bo rastiya maddî dernekeve holê hûn her tim serî li komployê didin.”
PARÊZER Û SIYASETMEDARAN PROTESTO KIRIN
Serokê dadgehê ku piştî daxwazan biryara navberê da, biryara redkirina îtîrazê da, lê mafê axaftinê neda Parêzer Kenan Maçoglûyê ku xwest li ser biryarê biaxive û xwendina îfadeyan berdewam kir. Siyasetmedar û parêzeran bertek nîşanî xwendina îfadeyên şahidan dan, ji ber ku serokê dadgehê jî bersiv neda, rewş şermezar kirin û ji salona dadgehê derketin.
Piştre serokê dadgehê rûniştina îro betal kir. Rûniştin wê 9’ê Hezîranê roja Pêncşemê berdewam bike.