Doza Kobanê hate protesto kirin

Doza Kobanê ya ku bi fermana desthilatdariya AKP û MHP’ê hatibû destpêkirin, li gelek bajaran hate protestokirin.

Di Doza Kobanê de danişîna 13’emîn îro li Enqereyê hate dîtin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên gelek bajaran têkildarî dozê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku tu eleqeya dozê bi rastiyan re nîne û hemû îddîa ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê hatine kirin. 

Di vê çarçoveyê de rêxistinên HDP’ê yên Mêrdîn û navçeyên wê yên Artuklu, Qoser, Nisêbîn, Mîdyad, Stewr, Dêrik, Kerboran, Şemrex û Mehsertê, yên Mêrsîn, Îzmîr, Mugla, Riha û navçeyên wê daxuyanî dan. Ji parlamenterên HDP’ê heta hevserokên bajêr navçeyan, ji welatiyan heta nûnerên gelek rêxistinên civakên sivîl beşdarî daxuyaniyan bûn. Di daxuyaniyan de beşdaran pankartên "Doza Kompasê ya Kobanê li dijî hemû parastvanên ku jiyaneke wekhev, adilane û hevpar dixwazin hatiye vekirin”, “Êriş û gef nikarin me têk bibin” hatin vekirin û beşdaran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî berxwedana gelan” berz kirin.

Beşdaran da zanîn ku hemû delîl û şahidên di Doza Kobanê de ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê hatine amadekirin û tu eleqeya wan bi rastiyê re nîne. Her wiha beşdaran diyar kir ku ji bo gelan û di hêla hiqûqî de tu rewabûneke vê dozê nîne. Beşdaran, daxuyand ku Kobanê neket lê AKP-MHP-DAIŞ têk çû û dê niha jî bi têkoşîna xwe hevalên xwe azad bikin.