Doza Kobanê: Ezebbûn bû hinceta girtinê

Di Doza Kobanê de siyasetmedar Zeynep Olbecî anî ziman ku di hinceta min a ji bo berdewamiya girtina min de hatiye nivîsandin ku 'ezeb' e. û got: “Qey hûn jineke ezeb ji xwe re wekî gefekê dibînin?“

Danişîna 12'an a Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê piştî navberê li hêwana Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Parlementerê HDP'ê Alî Kenanoglû û rojnamevan Huseyîn Aykol jî di nav de gelek parêzer û kes tev li danişînê bûn. Siyasetmedar Zeynep Olbecî piştî navberê parastina xwe ji cihê mayî domand.

Olbecî di destpêkê de bibîr xist ku tê xwestin HDP jî wekî DTP'ê bê girtin û got, heya roja hatim girtin jî min xebatên xwe yên siyasî domandin. Olbecî destnîşan kir ku biryarên ji bo berdewamiya girtina wê yên ku 15 meh in didomin dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ne û got: "Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de der barê min de biryara destgirîkirinê tune bû, lê di bin navê Doza Kobanê de ji bo min destgîr bikin polîs di 27'ê Cotmeha 2020'an de çûne mala min a li Semsûrê. Wê çaxê ez li Stenbolê bûm û min xebatên xwe yên siyasî didomandin. Ji ber ku min nizanibû der barê min de lêpirsîn hatiye destpêkirin, min xebatên xwe didomandin. Jixwe ez li ber marketekê hatim binçavkirin. Paşê di 27'ê Çileyê de ez bi rêya SEGBÎS'ê tev li dadgehê bûm. Biryara girtinê ya der barê min de biryareke dijqanûnî ye. Roja ku polîsan avêt ser mala min, ez ne li mal bûm, lê ev yek wekî hinceta girtinê hatiye nîşandan. Ez, ji ber ku bi awayekî çalak di nava siyasetê de me, wê rojê ez ne li malê bûm. Nelimalbûna min, ne rewşeke awarte ye."

Olbecî destnîşan kir ku îdiayên şahidê veşarî ÛLAŞ ji bo biryara berdewamiya girtinê têr nakin û lewma heyeta dadgehê jî hin hincetên nû ji bo berdewamiya girtinê çêkirine Olbecî got: "Ev, hem biryarên Dadgeha Qanûna Bingehîn hem jî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) binpê kirine." Olbecî bilêv kir ku ji bo girtinê gumanên xurt divên û got, lewma beyanên şahidên veşarî jî di nav de di dosyeyê de tu delîl tune ne.

Olbecî ku got "Ne pêkan e ez delîlan winda bikim" diyar kir ku şensekî wê yê ku karibe îfadeyên şahidên veşarî biguherîne jî tune ye, lewma biryara girtina wê xwe dispêre bingeheke pûç.  li ser bingeheke pûç hatiye dayîn. 

Olbecî, di berdewama parastina xwe de bal kişand ser hinceteke sosret a ji bo girtina wê û got: "Ji destpêka vê darizandinê heya niha tiştek heye dikim nakim jê fêm nakim. Di hinceta min a ji bo berdewamiya girtina min de hatiye nivîsandin ku 'ezeb' e. Qey hûn jineke ezeb ji xwe re wekî gefekê dibînin? Ji dêvla vê li tiştên ku her roj li jinan tên kirin mêze bikin. Xwarina em dixwin, kincên em li xwe dikin, kenê me bi xwe jî dibe hincet ji bo destdirêjiya mêran. Gelo heyameke wekî vê heyamê heye ku ev qasî mafên mirovan hatine pûçkirin? Gelo heyamek wekî vê heyamê heye ku mafên jinan ew qasî ketibe ber lêpirsîn? Nizanim. Çima meseleya min a zewicandinê dibe pirsgirêka vê dadgehê? Nizanim ez ê çi bibêjim. Li vî welatî ji bo mirov bi ewleyî bijîn, berprisiyarî dikeve ser milê me hemûyan. Ez jî li gor zanebûna xwe ji bo vê tevdigerim û tevgeriyam jî. Min di nava gelek kampanyayan de jî cih girt. Min di nav kampanyaya 'Em ne namûsa tu kesî ne' de jî cih girt. Ji bo di wê xebatê de şaşiyan nekim, ez çûm tevli semînerên derûnas û civaknasan bûm. Ji bo jin hay ji xwe hebin tevli gelek panelan bûm. Di van xebatan de ya herî zêde bandor li min kir mijara zewcandina zarokan bû. Hûn vê wekî rewşeke civakî nahesibînin û bi vê mijarê re eleqedar nabin, lê hûn radibin bi zewaca min re eleqedar dibin. Çi eleqeya zewicandina min û darizandina min bi hev heye ku tê xwestin 38 caran cezayê muebeda giran li min bê birîn?"

Olbecî di dawiya parastina xwe de bilêv kir ku 15 meh in bê delîl girtiye û got: "Ger ez bibînim hewce dike ez ê paşê parasina xwe bidomînim." Olbecî, doza berdana xwe kir.

Piştî Olbeciyê parêzeran mafê axaftinê xwestin û parastin kirin û doza berdana Olbeciyê kirin.

Paşê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata axivî. Ata destnîşan kir ku tevgera jinên Kurd tê îllegalîzekirin û got, lê em ê nehêlin jin li hêwanên dadgehan jî bên îllegalîzekirin. Ata ku ji serokê dadgehê re got "hûn çima me didarizînin" û got: "Pêdiviya vî welatî bi fikirên cuda heye. Em li ber vê pergalê radibin, pergala ku destûra jiyanê nade. Em naxwazin em cenazeyên her du aliyan jî hilgirin. Tevgera jinên Kurd îro tam li orta navenda 'ez heme û çareseriya demokratîk pêkan e' bi xwe. Em rastî ne."

Danişîn dê sibê ji cihê mayî dest pê bike.