Dosyaya HDP'ê radestî raportor hate kirin
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara HDP'ê ya ji bo nedayina parastina devkê kir rapor û dosya radestî raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara HDP'ê ya ji bo nedayina parastina devkê kir rapor û dosya radestî raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a têkildarî doza girtinê ya ji bo nedayina parastina devkî kir rapor û ji bo rapora xwe ya li ser esasê dosyayê amade bike, dosya radestî raportor kir.
HDP'ê beriya niha xwestibû ku biryara dawî ya li doza girtinê ji dema piştî hilbijartinê re bê hiştin, lê hatibû redkirin.
HDP'ê diyar kiribû ku ji ber karên berfireh ên dema hilbijartinê nepêkane ku parastina devkî di 11'ê Nîsanê de bike û ragihandibû ku wê parastinê nede.
HDP'ê rîska girtinê nirxand û biryar da ku bi Partiya Çep a Kesk tevlî hilbijartinê bibe.