DMME îtîraza Tirkiyeyê red kir
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îtîraza Tirkiyeyê ya derbarê girtina 13 parlementeran red kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) îtîraza Tirkiyeyê ya derbarê girtina 13 parlementeran red kir.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 8’ê Mijdara 2022’an de ji bo serlêdana ji bo hevseroka giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û 13 parlementerên tevî wê di sala 2016’an e hatibûn girtin, biryar dabû. Dadgehê diyar kiribû ku parlementerên HDP’ê belasebeb hatine girtin û mafê parlementeran hatine binpêkirin. Dadgehê Tirkiye mehkûm kiribû û diyar kiribû divê 184 hezar û 600 eûro tazmînata manewî bide.
Tirkiyeyê îtîrazî vê biryarê kir. Daîreya Mezin a DMME vê îtîraza Tirkiyeyê red kir û biryara derbarê Tirkiyeyê teqez bû.