Gêrîlayê HPG’ê Mêhirdad Tetmûyî bi nasnav Ferhad Ayhan ku di roja 2’ê îlonê de di çalakiya gêrîlayên HPG’ê ya li navçeya Elka Şirnexê de di gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê gêrîla Ferhad bi merasimekî girseyî li goristana şehîdên Ranyayê li rex 7 hevalên xwe yên şehîd hate veşartin.
Di vê merasimê de bi dehan wêneyên gêrîla û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha çendîn alên Kurdistan, KCK û PKK’ê hatin bilind kirin. Darbesta cenazeyê şehîd Ferhad bi alake mezin ya HPG’ê hatibû xemilandin.
Di merasima veşartinê de Şemal Beşîrî li ser navê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK’ê daxuyanî da. Beşîrî di serî de sipasiya beşdarbûyên ji her çar parçeyên Kurdistanê yên di merasimê de amadebûn kir.
Beşîrî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku, ruhê berxwedana gêrîlayên Kurd li beramber serdestên Kurdistanê bi yek carî ew sînorê di mejî û fikrê Kurdan de avakiribû paqij kir, beşdarbûn û hatina kurdên bakûrê Kurdistanê ji Meletî heta Başûrê Kurdistanê nîşanê vê rastiyê ne.
Şemal Beşîrî di gotinên xwe de li ser navê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê sersaxiya gêrîla Ferhad Ayhan li hemû gelê Kurd û bitaybetî li Rojhilatê Kurdistanê kir. Nûnerê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAJK’ê Şemal Beşîrî, di dirêjiya gotinên xwe de aşkera kir ku, “Em weke hêzên Rojhilatê Kurdistanê soza xwe ji bo gihandina peyama şehîdan bi serkeftinê emê nu bikin û heta serkeftina yekcarî li ser rêbaza Şehîd Ayhanan, Karwanan, Heloyan, Herêm û hemû şehîdan. Ew destkeftên ku îro li Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin, destkeftiyên xwîna van şehîdane ne.”
Weke din Beşîrî di axaftina xwe de balkişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 465 roje didome û got; “Li Bakûrê Kurdistanê ji salekê zêdetire ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîdekî giran de ye û girtiyên siyasî yên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê zimanê zikmakî û parastina bi zimanê Kurdî 54 roje di çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, li beramberî vê hikumeta Tirk bêdenge û guh nade daxwazên gelê Kurd yên rewa. Ev jî ji bo dewleta Tirk şermezarkiyek mezine. Şehîd Ayhan û hemû şehîdên me şikandin û dawî anîna feraseta şerxwaziya hikumeta AKP’ê û dewleta Tirkin.”
Her wiha balkişande ser serkefitinên gêrîlayên Kurdistanê yên li Bakûrê Kurdisanê û got; “Bi vê berxwedana qehremanî ya Şehîd Ayhan û hemû şehîdên vê pêvajoyê karîn beşek mezin yen çiyayên Kurdistanê ji destê artêşa dagirkera Tirk derbêxin û paqij kirin, her wisa serkefitnekî dîrokî binivîsin.”
Beşîrî di dawiya gotinên xwe de her sê serokên, Herêm, Hikumet û Parlementoya Kurdistanê jî ji ber sedema bê helwestî û bêdengiya wan ya li hemberî daxwazên rewa yên parçeyên din yên Kurdistnê rexne kirin. Daxwaz kir ku, di demek zûtir de hemû aliyên Kurdistanê li dora hev kom bibin û got; “Êdî dem hatiye ku Kurd di Konferansa Netewî ya Kurd de kombibin û ji bo xwîna şehîdan bibin bersiv.”
Her wisa li beramberî hemû cûre êrîşên têne ser gelê me, daxwaz kir ku desthilata başûrê Kurdistanê li hemberî daxwazên çalakvanên Kurd yên di zindanên Tirk de ku mirin nêzîk dibe, bêdeng nemînin.