'Divê her kes li ber polîtîkaya şerê qirêj a desthilatdariyê rabe'

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Yekane rêya aştiya li vî welatî, vekirina deriyên Îmraliyê ye." Gunay bang li gelan, hêzên demokrasiyê, hunermendan kir ku li ber polîtîkaya şer a desthilatdariyê rabe.

Berdevka Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê ya heftane lidar xist.

Gunay anî ziman, ku hewl tê dayin krîza aborî ya li welêt bi krîzên li derveyî sînor bê nixumandin û got, "Piştre navê mayindebûn û pirsgirêka ewlekariyê li vê dikin û hewl didin civakê bixapînin. Serokê AKP'ê Erdogan eşkere kir ku wê operasyonê li Sûriyeyê bike. Gelo hedef ku der e? Bêguman hedef Rojava ye. Li vê cîhanê li kîjan herêmê Kurd hebin ew der hedefa Erdogan e. Hedef Kurd in ku li dijî êrişên DAÎŞ'ê li ber xwe dan û destketî bi dest xistin."

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Ebrû Gunay bi dewamî got, "Rûsya bi şerê li Ûkraynayê mijûl e, bi gefa vetokirina endametiya Fînlandiya û Swêdê ya li nava NATO'yê re derfet jê re çêbû ku bi DYE'yê re bazarê bike. Yanî desthlatdariyê qada navneteweyî vala dît û careke din berê xwe da Kurdan û destketiyên wan. Bi siyaseta dijminatiya li Kurdan a li hundir û derve dixwaze hilbijartinê bike. Bi vî rengî dxiwaze ku bi pêla neteweperestiyê şirîkê xwe yê biçûk li gel xwe bihêle û desthilatdariya xwe xurt bike. Ew jî zane ku êdî dawî li wan tê û jê heye ku bi fetisandina Kurdan dikare ji vê rewşê rizgar bibe. Şerekî li Sûriyeyê, şerekî li dijî Rojava, ji bilî êşê wê tiştekî nede gelê Kurd. Wê bi xizaniyê li gelên Tirkiyeyê vegere."

'ÇARESERÎ BI ABDULLAH OCALAN DIBE'

Ebrû Gunay destnîşan kir ku aştî nebe demokrasî jî azadî jî nabe û got, "Rêya aştiyê jî li Îmraliyê ye. Em zanin ku yek ji pêwîstiya herî lezgîn a gelên li ser vê xakê aştî ye. Aştî nebe demokrasî jî nabe, azadî jî nabe. Yekane rêya anîna aştiyê jî bi vekirina deriyên Îmraliyê dibe. Ji bo vê jî divê derfet hebin ku Birêz Ocalan karibe rola xwe ya avakarê aştiyê ji nû ve bilîze. Cîhanê tev dît ku eger deriyê Îmraliyê têne vekirin hingî derfetên aştî û azadiyê ji bo gelan zêde dibin, hêviya jiyana bi hev re ya gelan mezin dibe."

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ BÊDENGÎ Û DEWLETAN

Ebrû Gunay anî ziman ku êrişên li ser Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gefên li ser Mexmûrê û êrişên hewayî nîşaneya şênber a dijberiya li Kurdan e û got, "Di rewşeke wiha de ku ewqas êriş tên ikrin û sivîl jiyana xwe ji dest didin, saziyên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî divê bêdeng nemînin.

Konsepta şer a li dijî Kurdan, ji bilî hewldana xurtkirin û mayindekirina kursiya desthilatdariyê ne tiştekî cuda ye. Ev hewldan li hundir bi doza kûmpasê ya Kobanê, doza girtinê ya lid ijî partiya me, destgîrkirin û girtin. e Her wiha li dijî Rojava plana êrişekê heye, ev lan jî plana qirkirina Kurdan e, tunekirina hebûna Kurdan e. Ev plan ne tenê li dijî gelê Kurd e, di heman demê de li dijî paşeroja gelan hemûyan e. Hêzên demokrasiyê, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Tirkiyeyê divê li ber vê lîstika qirêj a desthilatdariyê rabin. Ev yek berpirsyariya dîrokî ya gelên vê xakê ye."