Dibistana Kurdî cara sêyemîn hat mohrkirin

Dibistana Kurdî cara sêyemîn hat mohrkirin

Li Amedê di saetên êvarê de bi armanca şermezarkirina qedexeya li hember perwerdeya bi zimanê dayikê piştî meşa bi hezaran li ber Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger nobetê destpê kir. Bi dehan kesên li ber dibistanê dest bi nobetê kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û dibistan cara sêyemîn hat mohrkirin.

Li navçeya Rezan a Amedê piştî ku mohra ku ji aliyê Walîtiye ve li Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger hatibû xistin hate şikandin ciwanên li ber dibistanê bûn rasti êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi ava şid, gaza isotê û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kir, ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.

Hate hînbûn ku di pevçûnê de ciwanek bi guleyên plastîk birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.

Di mûdaxeleyê de endamekî çapemeniyê ji aliyê kesekî nasnameya wî ne diyar ve hat birîndarkirin. Polîsên ku bi temamî dibistan vala kirin zabitname girtin, dibistan mohr kirin û ji derdora dibistanê dûr ketin.       

DIBISTANEKE DIN JÎ HAT ŞEWITANDIN

Li navçeya Geverê tîmên taybet ên ku xwestin cara duyemîn Dibistana Seretayî ya Dayik Uveyş mohr bikin careke din êrîşî ciwanên li ber dibistanê kirin.

Dibistana Seretayî ya li Taxa Esenyurt hat şewitandin. Hat ragihandin ku ji ber şewatê qata yekem a dibistanê zerareke mezin dîtiye.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên taybet ên ku xwestin cara duyemên Dibistana Dayika Uveyş a li Taxa Esenyurtê ji aliyê KURDÎ-DER’ê ve hate çêkirin mohr bikin êrîşî ciwanên ku li ber dibistanê bûn kirin. Polîsên ku di encama berxwedana ciwanan de peşve vekişiyabûn careke din hatin û êrîşî ciwanan kirin. Pevçûn li gelek taxên navçeyê belav bûn. Esnafan li navçeyê darabeyên xwe girtin.

Hat ragihandin ku polîs bi guleyên rastî êrîşî ciwanan kirin. Ji ber bombeyeke gazê ya polîsan avêt li trafoyê ket, trafo şewitî û ceyrana navçeyê qut bû. Heta saetên êvarî jî li navçeyê pevçûn dewam dikirin.

Piştî rayedarên dewleta Tirk li Amed, Cizîr û Geverê sê dibistanên Kurdî girtin di 16’ê Îlonê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê sê dibistanên dewletê hatin şewitandin. Çalaki ciwanên YDG-H’ê girtibû ser xwe.