ÎHD’ê xwepêşandanên navbera 23’ê Cotmeh û 6’êMijdara 2012’an de ji bo piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ji 12’ê Îlonê ve li girtîgehên Tirk berdewam dike, binpêkirinên mafan kire rapor. Li gorî ÎHD’ê di 15 rojan de mudaxeleyî 46 xwepêşandana kir, 617 kes binçavkirin.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî binpêkirinên mafan yên di xwepêşandan û civînên navbera dîrokên 23’ê Cotmeh û 6’ê Mijdarê de raporek taybet amade kir.
ÎHD’ê got: “Hema bêje her roj ji bo piştgirî û daxwazên girtiyên ji 12’ê Îlonê ve dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine bi raya giştî re parve bikin, gelek civîn û xwepêşandan tên kirin. Desthilatdariya siyasî li şûna daxwazên rewa û mafdar yên girtiyan binirxîne û çareseriyê bi afirîne, her car mudaxeleyî xwepêşandanvanên ku dixwazin vê mijarê di rojeva rayagiştî de bihêlin, dike û tabloyekî binpêkirina mafê mirovan çêdike. Ev helwesta otorîter ya desthilatdariya siyasî dibe sedema mezinbûna vê pirsgirêkê.”
Li gorî raporê mudaxeleyî 46 xwepêşandan û civîna hatiye kirin, 5 civîn û xwepêşandan hatine qedexekirin, 617 kes hatine binçavkirin, 69 kes hatine girtin, 84 kes jî birîndar bûne. ÎHD’ê di raporê de cih da xwepêşdanên hatine qedexekirin û mudaxele lê hatine kirin.