Di 2’ê cotmehê de ji ber îdiayên ku jehrîbûna Serokomarê Berê yê Tirk Turgut Ozal gorra wî ya li Stenbolê hate vekirin û mînakên ji cenazeya wî hatibû girtin otopsiya wê hate kirin û hate îdikirin ku di laşê Turgut Ozal de bi rêjeyeke mezin madeya jehrê hatiye dîtin.
Li gorî rojnameya Bugunê ku dispêre raporê, di laşê Ozal de bi rêjeyeke bilind madeya jehrê ya bi navê ‘Strîknîn kreatîn’ hatiye dîtin.
Strîknîn madeyeke jehrê ya ku ji bo sewalên biçûk yên weke mişk bê kuştin tê bikaranîn, kreatîn jî ji bo zindiyên bi hestiya piştî asîteke ji bo oksîjneya hucreyên wan biafire ye. Di nûçeyê de cih dan van nêrînên pisporên toksîkolojiyê: “Strîknîn jehre û kreatîn jî proteînn e. Kreatîn û strîknin dema bi hev re bê bikaranîn strîknîn keatîn tê bi navkirin. Strîknîn ku jehreke bi cîdi ye dema derbasî bedena mirovan dibe fonksyonên beden xera bide û derbasî riyên bêhndanûstandinê dibe, beden şeht dibe û piştre difetise. Ji berk u bandora wê gelek zêdeye metabolîzmayê serûbin dike. Her wiha rê li ber krîza dil vedike.”
Li ser van îdiayên nûçeyê kurê Ozal, Ahmet Ozal jî axivî û wiha got: “Ev 19 sale ez şerê vê dikim. Min dizanibû ev agahî ne rast e. Ez mafdar derketim. Dê kujer derkevin holê.”