Di rapora otopsî ya pêşîn a Şûyûr de ‘mirina bi guman’ hat nivîsandin

Girtiyê bi nexweşiya giran Abdurazzak Şûyûr ku duh li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Şakran a Alîagayê jiyana xwe ji dest dayî 10 rojan li lênihêrîna giran de hatiye hiştin û di rapora otopsiya pêşîn a wî de weke mirina bi guman hate nivîsandin.

Derket holê ku tevî ku girtiyê bi nexweşiya giran Abdurrazak Şûyûr ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Alîaga ya Îzmîrê jiyana xwe ji dest dayî 10 roj berê rakirin nexweşxaneyê jî agahî nedabûn malbata wî.

Têkildarê Sûyûr ê ku 10 rojan di beşa lênihêrîna giran de ma, di vê demê de bi ti awayî ji Malbata wî re agahî nehat dayin. Her wiha dema malbat li girtîgehê geriyabû jî ti bersivek nedan wê.

Malbata Şûyûr ji ber ku agahî negirtin duh ji bo hevdîtinê çûbû girtîgehê. Li wir jî agahî nehat dayin ku ew ranekirine nexweşxaneyê. Di serî de bê hincet ji malbatê re hate gotin ku wê Şûyûr nîşanî wan nedin.

Piştî vê hevdîtinê bi qasî saetekê hat ragihandin ku Şûyûr li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê jiyana xwe ji dest daye.

MIRINA BI GUMAN

Parêzer Halîl Coşkûn, endamê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ku tevahiya rojê ji bo otopsiyê li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Bayrakliyê bûn, agahî dan ku Şûyûr bi pençeşêra lenfê ya dereceya 1 bûye û 10 roj berê wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê.

Di rapora otopsiyê ya pêşîn de weke mirina bi guman hatibû gotin, roja mirinê 14'ê Kanûnê saet 14:30'an hatiye nivîsandin. Hat diyarkirin ku wê sedema mirina wî di rapora otopsiyê ya berfireh de bê zanîn.

'BÊ XEMÎ HEYE'

Coşkûn anî ziman ku agahiya ku 10 roj berê Şûyûr rakirine nexweşxaneyê ji Midûrê ATK'ê karîne bihirin û got, "Abdurrazak Şûyûr di 5'ê Kanûnê de rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê. Têkildarê rewşa wî ti agahî ji malbata wî re nayê dayin, ne pêkan e ku penceşêra lenfê ya derceya 1 a wî ewqasê zû pêşbikeve, her wiha ji xizmên Şûyûr re agahiyek derbarê çi rê û dermanên dermankirinê yên li nexweşxaneyê hatine dayin nehatiye dayin. Daxwazên ji bo raporê jî ji aliyê nexweşxaneyê ve hehate dayin. Divê doktorê ku tedawiya wî kirî vê raporê bide. Em nafikirin ku ev mirin mirinek normal bûye û difikirin ku tiştek hatiye veşartin. Pir eşkere ye ku xemsariyek mezin çêbûye."

BILA DEMILDEST SERBEST WERIN BERDAN

Coşkûn diyar kir ku di hefteya mafên mirovan de 2 girtiyên nexweş di encama bê xemiyê de jiyana xwe ji dest dane û ragihand, "Divê girtiyên nexweş ên giran demildest bên berdan û di şert û mercên guncav de bên dermankirin. Wekî din, berpirsyarê hemû mirinan dewlet bi xwe ye. Divê demildest ev binpêkirinên mafan bên rawestandin."