Li Riha, Mêrdîn û Wanê çalakiyên Pêncşema Reş hatin lidarxistin û di çalakiyê de hate xwestin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê çalakiya Pênçşema Reş li ber avahiya Şaredariyê pêk hat. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Wêranşarê Mahmut Kaya, xebatkarên şaredariyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa Tum Bel Sen'ê yê Rihayê Nurettîn Çetîn daxuyanî xwend û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û xwest ku ji bo mirin pêk neyên gav bê avêtin. Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê pêk hat.
DÊRÎK
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê çalakiya bi heman armancê pêk hat û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankrata "Dest nedin vîna min" û wêneyên Şaredar Çaglar Demîrel hatin vekirin. Endamê Belediye Îş'ê Murat Arslan daxuyanî xwend û diyar kir ku çalakiya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ya greva birçîbûnê hatiye ber sînorê mirinê û wiha got: "Li hemberî hikûmeta mirovahî û wijdana xwe winda kir tenê bi çalakiyên girseyî têkoşîn bê kirin. Hevalên me gav bi gav ber bi mirinê ve diçin. Ji ber vê yekê divê em jî her demê bi çalakiyan re derbaz bikin. Divê em bi ramana an em dê mirina bidin rawestandin an jî em dê bi hevalên xwe re biçin mirinê nêzîk bibin." Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di çalakiya Pênçşema Reş de vê çarê li esnaf û malan geriyan û ji bo çalakiya greva birçîbûnê piştgirî xwestin. Rêveberên Konseya Bajar ya Qoserê, li mal û dikanên esnafan geriyan xwestin deng bidin dengê girtiyan. Rêveber pişt re hatin Qada Azadiyê ya li navenda navçeyê û daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê konseya bajar Aslan Başboga daxuyanî xwend û wiha got: "Em careke din bang li ramana 12'ê îlonê ya bi idîayên vala yên şaredar, wekîl, siyasetmedar û gelek kesên din girtin dikin. Guh bidin qêrina li girtîgehan bilind dibe. Mirinan bidin rawestandin."
WAN
Li Wanê jî endamên Tum Bel Sen'ê di heman çerçeveyê de daxuyanî dan çapemeniyê. Koma li ber avahiya sendîkayê hate cem hev heta ber şaredariyê meşiyan. Endamên KESK'ê, ÎHD û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Di meşê de sloganên "Destên dirêjî şaredarê me dibin bişkên" û "Hevalên me yên girtî serbest berdin" hatin bilind kirin.
Di daxuyaniyê de çalakvanan îşlîkên li ser nivîsa "Hevalên me yên girtî serbest berdin" li xwe kirin. Li ser navê komê Serokê Tum Bel Sen'ê yê Wanê Nîzamettîn Baglan daxuyanî xwend û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji 12'ê îlonê ve dest pêkirî û wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 51'emîn. Êdî çalakî li ber sînorê mirinê ye. Li girtîgehan dibe agahiya mirinan bê. " Piştî daxuyaniyêu çalakiya rûniştinê pêk hat.
QELQELÎ
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî endamên Meclîsa Şaredariyê û Xebatkarên şaredariyê çalakiya xwe ya heftena li dar xistin. Xebatkarên şaredariyê di çalakiya xwe ya bêdengî ya ji 10 deqîqeyan pêk tê de pankrata "Dest nedin vîna min" û wêneyên Şaredar Murat Durmaz hilgirtin.