Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê Nobeta Aştiyê ya ku her roja Înê ya destpêka mehê tên girtin, vê mehê jî domandin. Nobet li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê hat girtin. Beriya nobetê ÎHD’yiyan name ji nûçegihanên Mezopotamya Ajansê (MA) Emrûllah Acar û Ceylan Şahînli re nivîsîn ku sibeha 25’ê Cotmehê hatibûn destgîrkirin û dema birin Enqereyê hatin girtin.
Hêzên Ked û Demokrastiyê ya Rihayê serdana nobetê kirin. Di nobetê de wêneyên rojnamevanên hatin girtin, hat vekirin. Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê Sumeyye Koç têkildarî nobetê axivî û diyar kir ku Seroka Konseya Navenda Yekîtiya Bijîjkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci di çarçoveya kampanyaya lînçkirinê de hat girtin. Koç wiha pêde çû: “Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci weke mirovek zanyar a birêz û parêzvanek bi biryar a mafên mirovan, temenê xwe ne tenê li welatê me li hemû cîhanê diyarî parastina tendurista gelan û di serî de êşkence têkoşîna li dijî binpêkirina mafên mirovan, kir. Fîncanci rûmeta me ye.”
Koç bi bîr xist ku piştî destgîrkirina Fîncanci, di çarçoveya lêpirsînê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin de, rojnamevanên Kurd hatin destgîrkirin û wiha got: “Kar û xebatên di çarçoveya çapemeniya azad û rojnamevantiyê de, bi tu awayî nabe mijara sûckirinê.”
Koç anî ziman ku hîna têkildarî rojnamevanên Kurd û xebatkarên çapemeniyê yên nêzê 6 mehan li Amedê bi heman awayî hatibûn girtin, îdianame nehatiye amadekirin û ev tişt gotin: “Zext, kar û barên lêpirsîn û destgîrkirinê yên li ser rojnamevantiyê; Em weke parêzvanên mafên mirovan, rewa nabînin. Em heta dawiyê bi kedkarên çapemeniya Kurd ên li Mezopotamya Ajansê û JinNewsê dixebitin, re ne û em daxwaza berdana wan dikin.”