Çalakiyên nimêjên sivîl yên Înê ve hefteyê jî li SÝlopî, Cizîr, Sêrt, Misirc, Amed, Farqîn, Nisêbîn, Êlih, Manîsa, Colemêrg û bajarên Serhedê bi girseyî hate kirin. Di nimêjan de ji bo girtiyên ketine çalakiya birçûbûnê dua hatin xwendin û xwstin her kes piştgiriyê bidin wan.
Bi sedan kesên ku li navçeya Silopiyê li ber avahiya BDP'e kom bûn, ref girêdan û nimêja sivîl ya Înê kirin. Di nimêjê de weazên Kurdî hatin xwendin û dua hatin kirin. Li Sêrtê jî bi tevlîbûna Rêveberên BDP'ê û endamên meclîsa bajar û şaredariyê li ber avahiya BDP'e ya Sêrtê ref girêdan û nimêj kirin.
Li navçeya Misircê jî girseya ku li ber avahiya BDP'ê ya Misircê kom bû bi tevlîbûna endamên meclîsê û rêveberên BDPê li ber avahiya BDP'ê ref girêdan. Li Êlihê jî girseya ku li Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê kom bû ref girêda û nimêj kirin. Parlementer, şaredar û endamên meclisa şaredarî û bajar jî amade bûn.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî koma ku li ber avahiya BDP'ê ya Cizîrê kom bûn ref giredan. Zêdeyi hezar kesên kom bûn, sicadên xwe ji malê anîn û ref girêdan. Li vir banga mîtîngê hate kirin û xwest her kes beşdarî mitîngê bibe.
Li navçeya Farqînê ya Amedê jî nimêja Înê li ber avahiya Şaredariyê pêk hat. Li vir jî weazên bi Kurdî hatin dayîn û dua hatin kirin.
Li Amedê jî girseya ku li Sûka Zikê Erdê ya Selahattin Eyyubî ya Deriyê Çiyê kom bûn nimêj kirin. Li navçeya Nisêbînê nimêja Înê girseya ku li baxçeyê Navenda Çanda Mîtannî kom bûn ref girêdan û nimêj kirin.
Li navçeya Turgutlu jî koma ku li Salona Musa Anter a Rêxistina BDP'a Tûrgutlu ya Manisayê kom bû, ref girêda.
Li Wan, Colemêrg, Mûş, Gever, Melezgîrt, Gimgim û Bazîdê jî bi heman armancê girseyên ku her tem li heman qadê kom dibin dîsa kom bûn û ref girêdan. Di hemû nimêjên Înê de meleyan weaz bi kurdî dan û piştgiriyên xwe ji bo girtiyên çalakger anîn ziman. Meleyan xwest êdî her kes dengê girtiyên grevê bibhîze û ji bo wan dua kirin.