Di nav de rojnamevan Kuriş jî heyî 10 kes hatin girtin

Di nav de rojnamevan Kuriş jî heyî 10 kes hatin girtin

Di operasyona di bin navê KCK'ê de ya ku navenda wê Mêrsîn li 6 bajaran pêk hat û 24 kes hatin binçavkirin, ji 24 kesan 10 jê bi îdîaya "Endamên KCK'ê ne" hatin girtin.

Di 3'ê mijdarê de li 6 bajarên ku navend Mêrsîn di bin navê operasyona KCK'ê de li gel nûçegihana ajansa nûçeya ya dîcle DÎHA ya Mêrsînê Zeynep Kuriş, Xwediya Îmtiyazê ya Azadiya Welat Halime Parlak endamê Meclîsa BDP'ê Ramazan Yildiz jî heyî 24 kes hatin binçavkirin. Ji 24 kesên hatin binçavkirin 10 jê hatin girtin û 14 kes jî serbest hatin berdan. Li dozgeriyê Xwediya Îmtiyazê ya Azadiya Welat Halime Parlak û endamê Meclisa BDP'ê Ramazan Yildiz jî di nav de 9 kes serbest hatin berdan. 15 kes jî bi îdîaya "Endamên KCK'ê ne" sewqî dadgehê hatin kirin.

10 KES HATIN GIRTIN

Heyeta 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Edeneyê jî endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê Terfa Arinç, Xebatkarê şarederiya Akdenizê Îsmail Andan û Abdulaziz Ekinci, Peyvirdarê Ewlehiya ÎŞTAR'ê Ýshak Îregol û Mela Abdullah Hazar serbest berdan. Dadgehê derbarê nûçegihana DÎHA’yê ya Mêrsînê Zeynep Kuriş, Serokê Goç-Dera Mêrsînê Selahattin Guvenç, Rêvebara Goç-Der û Navenda Jinan ya Îştarê Menice Urun, Hûnermendê NÇM'ê Kadir Çat, Reveberê BDP'a Mêrsinê Abdullah Okur û Îhsan Zengin, Mela Ahmet Kutlu, Rêveberê ÎHD'ê yê berê Senayi Sain, Xebatkarê Şaredariya Akdenîzê Abdulselam Kutlu û Nazan Dundar bi îdîaya "Endamên KCK'ê ne" biryara girtinê da. 10 kesên hatin girtin şandin girtîgehên Karataş û Kurkçulerê