Di 'Modela Tirkiyeyê' ya AKP'ê de TL bêkontrol serberjêr bûye
Di 'Modela Tirkiyeyê' de ya ku AKP ferz dike, Lîreyê Tirk (TL) bêqîmet dibe. Dolarek bû 14.75 TL, Euro jî 16.65 TL derbas kir.
Di 'Modela Tirkiyeyê' de ya ku AKP ferz dike, Lîreyê Tirk (TL) bêqîmet dibe. Dolarek bû 14.75 TL, Euro jî 16.65 TL derbas kir.
Lîreyê Tirk di asteke bêqîmet de dest bi hefteyê kir. Dolarek bû 14.75 TL, Euroyek jî bû 16.65 TL. Sterlînek jî 19 TL derbas kir.
Tevî vê yekê Wezîrê Maliyeyê yê Tirk Nûreddîn Nebatî di mijara zêdekirina faîzê de got ku ew teqez bi biryar in.
Wezîr Nebatî ji qenala Haberturkê re axivî ku di bin kontrola desthilatdariyê de ye û îdîa kir ku modela wan a aboriyê 'Ne ya Çînê yan jî ne Koreya Başûr e' modela wan 'Modela Tirkiyeyê' ye.