Di kostera Îmraliyê de pirsgirêk tune ye!

Di kostera Îmraliyê de pirsgirêk tune ye!

Hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku bi hincetên ‘koster xerabe ye, keştî di temîratê de ye’ ev 460 roje tê astengkirin. Lê hate îdiakirin ku Wezîrê Dadê ya Tirk gotiye ku di veguhestina Îmraliyê de tu pirsgirêk tune.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 14 mehe bi hincetên ‘koster xerabe ye’, ‘keştî di temîratê de ye’ û ‘hewa ne baş e’ tê astengkirin.

Li gorî nûçeya îro ya Tarafê, hate îdiakirin ku Wezareta Dadê diyar kiriye ku di veguhestina jib o Îmraliyê de pirsgirêk tune.

Di nûçeya rojnameyê de ev îdiaya ku ji rayedarên Wezareta Dadê hatiye girtin wiha ye: “Rayedarên Wezareta Dadê pêkanînên li girtiyan tên kirin ji bo Ocalan jî tê kirin.” Rayedaran da zanîn ku heke serlêdan bên nirxandin û gotin ku tecrîda li ser Ocalan ji ya girtiyên di ne cuda ye. Wezaretê diyar kir ku di mijara astengiya veguhestinê ya ji bo Îmraliyê tu astegî tune ye.