Di her merşa ku çêdike de hesreta welat heye

Di her merşa ku çêdike de hesreta welat heye

Dayik Erebê ya 70 salî ku neçar ma ji Kurdistanê koçî girê Smryna yê (Îzmîr) Pagos (Kadîfekale) bike debara xwe bi çêkirina merşan dike û di her merşekî ku çêdikê de hesreta xwe ya bi welat re dineqişîne.

Malbata Kaygisiz, di sala 1994’an de ji gundê Çelebiya (Ayaz) ê girêdayî Qosera Mêrdînê ji bo cerdevanî qebûl nekirin yek ji wan malbatan bû ku ketin ser rêyan.  

Di gund de ku tenê wan cerdevanî qebûl nekir û lewma xaniyê wan jî hat şewitandin û ji gund hatin derxistin û şûnde ji bo Dayik Erebê û keçên wê jiyaneke zor û zehmet destpê dike. Dayik Erebê ku li Îzmîrê bi cih dibin hevserê wê jiyana xwe ji dest dide û kurekî wê beşdarî nav refên Têkoşîna Azadiya Kurd dibe.

Dayik Erebê ji bo debara xwe bi tevrika ku li gund çêkiribû dest bi çêkirina merşan dike.

‘MIN Û KEÇÊN XWE ME XWE BI HEV RE Û JIYANÊ VE GIRÊDA’

Dayik Erebê zor û zehmetiyên wan rojan wer vedibêje:

“Em hatin Îzmîrê, ji ber me karek nedît bi her du keçên xwe re me dest bi çêkirina merşan kir. Kurê min di sala 1995’an de çû çiyê paşê hevserê min wefat kir.

Paşê kurê min hat girtin. Vê carê jî bi salan çavên min li deriyê girtîgehan bûn. Jiyana bajaran ji bo min pirr zehmet bû. Ji aliyekî ve zarokên min, ji aliyekî ve di serî de ziman fêrbûna jiyana bajaran, zexta civakî, çandî û ji aliyekî ve jî ya herî zehmet ev bû ku kurê min ê bi salan çavên min ji bo wî li çiyayan bû  vê carê jî li ber deriyê girtîgehan bû. Min êşa wê pirr jiya. Jiyana bajaran pirr zehmet e. Qet me nexwest em li vir bijîn. Ez her dem di nav xeyalên vegera welat de me.”

19 SAL IN EZ MERŞAN ÇÊDIKIM

Dayik Erebê vî xeyalê xwe di merşên ku her roj çêdikê dide xuyakirin. Di vê der barê de wiha dibêje Dayik Erebê,  “19 sal in em vî karî dikin. Dema ez merşan çêdikim, ez tenê gundê xwe difikirim. Ez hesreta xwe ya gund û Kurdistanê di merşên xwe de dihûnim.”

DEMA MERŞAN DIFIROŞIN BI NÊZÎKATIYÊN NÎJADPEREST RE RÛ BI RÛ DIMÎNIN

Dayik Erebê, dibêje ku dema merşan difiroşin bi nêzîkatiyên nîjadperest re rû bi rû diminîn û wiha dibêje: “Rehberên ku turîstan tînin nahêlin turîst tiştan ji me bikirin. Ji wan re dibêjin, ‘Tiştan ji wan nekirin pereyan ji rêxistina  terorê re dişînin' û bi vî awayî dibin asteng.”    

HEQÊ KEDA XWE DERNAXIN

Dayik Erebê dibêje ku heqê keda xwe dernaxin û di vê mijarê de dibêje: “Ji bo merşekî bi qasî mehekê bi keda destê xwe em kar dikin, her roj ji 12 saetan zêdetir em kar dikin, tu sîgortayeke me nîn e. Em merşên xwe li gorî keda destê nikarin bifiroşin.”

DIVÊ EZ BIÇIM GUNDÊ XWE

Dayik Erebê ji termosê xwe yê çayê ku qet ji gel xwe kêm nake qedeheke çayê ya tarî vedixwe û der barê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin de dibêje ku ew heta dawiyê çareseriya demokratîk destek dikin, ji Rêberê xwe bawer in û lewma piştgiriyê didin pêvajoyê.”