Li Iraqê di êrîşên bombeyî û çekdarî yên rojên cejnê de 41 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li Iraqê cejn ma di bin siha pevçûn û êrîşên bixwîn de. Di êrîşên çekdarî û bombeyî yên li tevayî welat 41 kesan jiyana xwe ji dest da.
Şevê din di êrîşa bi du wesayîtên tejî teqemenî ya li taxa Şiiyan ya li paytext Bexdayê pêkanîn de, 23 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li Bexdayê di demjimêrên sibehê li nêzî parka biboneya cejnê hatibû danîn teqînê rû da. Di teqînê de 4 jê zarok 8 kes mirin. Di bûyerê de 24 kes jî birîndar bûn. Weke din jî li Bexdayê otobusekî Îranî lê siwar bûn bû hedefa êrîşa bombeyî. Di bûyerê de 5 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li Mûsilê jî di encama serdegirtina çekdarî ya ser mala du Tirkmena jî 5 kesan jiyana xwe ji dest da.