Di doza xwendekarên zanîngehê de 2 tehlîye
Di doza xwendekarên zanîngehê de 2 tehlîye
Di doza xwendekarên zanîngehê de 2 tehlîye
Di doza xwendekarên Zanîngeha Stenbolê de ya 8’ê jê girtî 13 kes tên dadgehkirin 2 xwendekar hatin tehliyekirin.
Ji ber di tuvaleta Zanîngeha Stenbolê de teqînekê rû dabû û tevî ku di raporan de tu delîlên ku ev teqîn ji ber bombeyê çêbûye nehat dîtin jî eleqeta wê bi pevçûna li Kampusa Beyazit be hat girêdan û der barê xwendekaran de doz hat vekirin. Di doza ku 8 jê girtî 13 xwendekarên Kurd tên dadgehkirin de duh li Dadgeha Cezayê giran a 23’yemîn a Stenbolê 3'yemîn rûniştina dozê destpê kir. Di rûniştinê de xwendekaran parastina xwe kir. Piştî parastina xwendekaran şahidên veşartî yên di aleyhê xwendekaran de îfade dabûn hatin guhdarîkirin. Dema şahidên veşartî îfade didan a balkêş ev bû ku der barê pirsên parêzeran de bersivên pirr bi nakokî didan. Piştî şahidên veşartî îfade dan, parêzaran der darê xwendekarên girtî de daxwaza tehliyeyê kirin. Dadgehê piştî navberê biryara tehilyekirina girtiyê nexweş Ugur Tekdal û Serhat Kavak da.
Dadgehê doz jî taloqî 21’ê mijdarê kir.