Di Doza Kobanê de daxwaz careke din nehatin qebûlkirin

Di Doza Kobanê de daxwazên girtî û parêzeran careke din nehatin qebûlkirin.

Di Doza Kobanê de ku bi hinceta serhildana 6-8'ê Cotmeha 2014'an a li dijî êrişên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê, ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve li hemberî siyasetmedarên Kurd hate destpêkirin, rûniştina 7'emîn a dozê pêk hat.

Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamên Desteya Rêveberiya Navendî jî di nav de 108 kes têne darizandin ku 21 ji wan dîlgirtî ne. Rûniştina dozê ku li Girtîgeha Sîncanê pêk hat, destûr ji rojnamevanan re nehate dayin ku karibin bişopînin.

Siyasetmedarên ku têne darizandin û parêzerên wan bi sedema ku rûniştina dozê li gorî darizandina wekhev nayê kirin, îro careke din tevlî rûniştina dozê nebûn.

Tenê leşker û polîsên Tirk li rûniştina dozê amade bûn ku li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat.

Dozger xwest ku rûniştinên dozê bi heman rengî dewam bikin û hincet neyên qebûlkirin.

Serokê dadgehê jî daxwazên siyasetmedarên têne darizandin û parêzerên wan red kir.

Rûniştin wê 10'ê Kanûnê dewam bike.