Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) notek a agahiyê ya bi sernava “Têkildarî Zext, Astengî û Zehmetiyên ku Parêzvanên Mafên Mirovan li Tirkiyeyê pê re rû bi rû dimînin” ya dîroka 1’ê Çiye-30 Nîsan 2022’an digire nava xwe parve kir. Not xwe dispêre tespîtên Komên Piştevaniya Herêmî û Yekîtiyên Kar ên di çarçoveya projeya “Piştgirîdayîna Ji bo Parêzvanên Mafên Mirovan” de hatine avakirin. Li gorê nota agahiyê di çar mehên destpêka sala 2022’an de gelek ceza li parêzvanên mafên mirovan hatine birîn.
TACÎZA DADGEHÎ
Di wê pêvajoyê de parêzvanên mafên mirovan, bi gihandinan û lêpirsînên bêbingeh ên cezayan re rû bi rû man. Girtin û destgîrkirinên keyfî û yên derhiqûqî, li dijî saziyên civaka sivîl zext û legerîn hatin jiyîn. Bi giştî hezar û 374 kes ji ber kar û xebatên xwe yên li qada mafên mirovan rastî tacîza dadgehî hatin û ji di derbarê 998 kesan de xebatên ji bo dayîna cezayê hat rêvebirin. Ji 23 kesan re di demên cihê de ceza hat birîn û derbarê 82 kesan jî biryara serbestberdanê hatiye dayin. Ji parêzvanên mafên mirovan bi giştî carekê cezayê girtîgehê yê heta hetayî ya girankirî, 211 sal, 4 meh û 10 roj ceza hatiye birîn.
QIRKIRINA SIYASÎ
Di heman pêvajoyê de di derbarê 367 kesan de bi hinceta kar û xebatên ji bo mafên mirovan cezayê lêpirsînê hat destpê kirin û lêpirsînên 9 kesan ku berê di derbarê wan de hatibû destpê kirin, dewam kir.
DOZÊN GIRTINÊ
Di pêvajoya Çile-Nîsan a 2022’an de ji ber kar û xebatên li qada mafên mirovan, bi giştî li 18 kesan tacîza dadgehî pêk hat. Di vê çarçoveyê de bal hat kişandin li ser doza girtinê ya derheqê Komeleya Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin û Navenda Civaka Tarlabaşi ku dewam dike.
GEF, ÊRÎŞ Û HEDEF GIRTINA PARÊZVANÊN MAFAN
Li gorî nota agahiyê, di 4 mehên destpêkê yên sala 2022’an de 23 kes ji ber kar û xebatên xwe yên mafên mirovan rastî gef, şîdet, hedef nîşandanê û bersivdayînê hatin.
ASTENGKIRINA CIVÎNAN
Di nota agahiyê de bal hat kişandin li ser mudaxeleyên polîsan û qedexeyên li ser xwepêşandanan. Her wiha hat ragihandin ku ji ber biryarên astengkirin, qedexe û destwerdanên polîsan 74 civîn û xwepêşandanên aştiyane yên ji bo parastina mafên mirovan nekarîne bên lidarxistin.
Di dawiya nota agahiyê de ev tişt hatin gotin:
“Hemû zext û astengî dibin sedem ku li dijî parêzvanên mafên mirovan şîdet, hêrs, cudakarî û dijminahî pêş bikeve. Dibe sedem ku rewabûna mafên mirovan di civakê de lewaz bibe û were sûcdarkirin.”