Di çalakiyên birçîbûnê de banga 30’ê Cotmehê

Di çalakiyên birçîbûnê de banga 30’ê Cotmehê

Ji bo piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAKJ'ê 12'ê Îlonê dayî destpê kirin, li Şirnex, Colemêrg, Gever, Amed, Enqere, Riha, Stenbol, Mêrdîn, Êlih, Agirî, Bazîd, Mûş, Îzmir, Mersînê meş, xwepêşandan û mîtîng hatin lidarxistin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de banga "Di 30'ê Cotmehê de jiyanê rawestînin û derkevin kolanan" hate kirin. Banga zarokên xwe ne neşînin dibistanan û neçin kar hate kirin.

AMED

Li Cemîyeta Rojnamegeran ya Guneydogu Rewşenbîr, nivîskar û hunermend ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hunermend Diyar, Mehmet Atli, Cevdet Bagca, nivîskar Ronî War jî di nav de 252 rewşenbîr û nivîskar îmzeya xwe avêtin bin daxuyaniyê û piştgiriya xwe ya çalakiyê anîn ziman.

Li ser navê rewşenbir û nivîskaran Osman Ozçelîk xwend. Ozçelîk xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan bê bersivandin.

LI HÊNÊ Û KARAZÊ JÎ ÇALAKÎ HATE LIDARXISTIN

Rêxisitna BDP'e ya Hênê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê ji bo rojekê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê û endamên meclîsa şaredariyê amade bûn. Li navçeya Karazê jî Rêxistina BDP'e ya Karazê bi heman armancê çalakî pêk anî. 22 kes ji bo 3 rojan dest bi çalakiya birçîbûnê kirin û piştgiriya xwe anîn ziman.

COLEMÊRG

Rêxistina BDP'ê ya Colemêrg û Geverê jî bi heman armancê çalakiya birçîbûnê pêk anî. Li Colemêrgê ji bo 10 rojan li avahiya BDP'ê çalakiya birçîbûnê 2 rojin berdewam dike. Çalakiya ku ji aliyê rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl ên civakî ve hate destpêkirin, îro ji aliyê welatiyên taxên Pehlivan û Sumbul ve hate dewirgirtin. Li ser navê komê Serokê BDP'a Colemêrgê Rahmi Kurt daxuyanî da û xwest di 30'ê Cotmehê de her kes derkevin kolanan û jiyanê rawestînin.

Kurt anî ziman ku, ew dê di 30'ê Cotmehê de di demjimêr 10.00'an de li pêş şaredariyê kom bibin û çalakiya rûniştinê pêk bînin. Kurt bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyê bibin. Rêxistina BDP'ê ya Geverê jî bi heman armancê çalaki pêk anî û banga di 30'ê cotmehê de jiyanê rawestînin kir. Rêxistina BDP'ê li tax, kolan û gundan belavokên tevlîbûna meşê belav kirin û xwestin ku di 30'ê mehê de bi hezaran kes dakevin qadan.

Di belavokê de hate xwestin ku, her kes li doza girtiyan û çalakiya wan xwedî derkevin û jiyanê rawestînin. Di belavokê de hate xwestin ku, ji 7 salî heta 70 salî her kes biherike kolanan û bersiva hikumeta AKP'ê bide.

BDP'ê diyar kir ku, di 30'ê Cotmehê di demjimêr 10.00'an de dê li ber Otela Oslo çalakiyê meşê pêk bînin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê ji bi heman armancê ji bo piştgriya çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê li avahiya BDP'ê ya Şirnexê bi tevlebûna 15 kesan çalakiya birçîbûnê destpê kirin. Serokê Rêxistina BDP'a ya Şirnexê Bakî Katar diyar kir ku, çalakî li zindanan berxwedan hebe ew jî dê li kolanan di ber xwe bidin û çalakiyan pêk bînin. Katar jî banga çalakiya 30'ê cotmehê kir û xwest her kes derkevin kolanan.

TOKAT

Girtiyên Girtîgeha Tîpa T ya Tokatê nameyek ji TUHAY-DER'a Bazirê re şand û xwest her kes piştgiriyê bidin çalakiya wan. Girtiyan diyar kir ku, di 23'ê Cotmehê de Halîl Dag, Celal Binici, Îbrahim Halil Çelikdemir, ketine grevê û piştgirî xwestin.

AGIRÎ

Rêxistina BDP'ê ya Agirî jî li avahiya BDP'ê çalakiya birçîbûnê pêk anî. Rêveberên BDP'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de banga tevlîbûna meşa 30'ê Cotmehê hate kirin. Li avahiya BDP'ê pankarta "An azadi an azadi", hatevekirin.

BAZÎD

Li navçeya Bazîdê ya Agirî jî çalakiya birçibûnê ku duh destpê kiribû di roja duwemîn de didome. Di çalakiyê de hate xwestin ku di 30'ê Cotmehê de di demjimêr 12.00'an de bi girseyî li ber avahiya BDP'ê ya Bazîdê kom bibin û meşê pêk bînin.

MUŞ

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî çalakiya birçîbûnê li avahiya BDP'ê didome. Gireva ku di 26'ê Cotmehê de destpê kir, bi komek nû berdewam kir. Di nava koma nû ya 16 kesan de Şaredara Gimgimê Gulşen Deger jî cih girt.

WAN

Li bajaroka Sixkê ya Wanê jî beriya ku dest bi çalakiya birçîbûnê bikin daxuyanî dan û konê nobetê vedan. Di daxuyaniya ku, li ber avahiya BDP'ê hate dayîn rêveberên BDP'ê û malbatên girtiyan amade bûn. Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, rêveberên BDP'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindana" hatin bilind kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, dê di 30'ê Cotmehê de li ber Girtîgeha Tîpa F ya Wanê meşa girseyî pêk bînin û xwest her kes tevlî meşê bibe. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat. Piştre konê nobetê hate vedan û ji bo 3 rojan dorveger çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin.

ÎZMÎR

Şanoya Yenîkapi ya Îzmirê jî bi heman armancê ji bo rojekê dest bi çalakiya birçîbûnê kir. Li ser navê komê lîstikvan Orçun Masakçi piştgiriya xwe anî ziman û xwest her kes li çalakiyê xwedî derkevin.

5 ciwanên ku li ber avahiya AKP'ê ya Konake çalakî pêk anîn û hatin binçavkirin jî serbest hatin berdan. Çalakiya ku li ber avahiya TAY-DER a Îzmirê ku ji aliyê ciwanên Alinteri, Şanoya Tevgera Îzmirê hate destpêkirin piştî 2 rojan bi dawî bû.

MÊRSÎN

Li navçeya Tarsûs ya Mêrsînê jî çalakiya ku 3 roj berê li avahiya BDP'ê ya Tarsûsê destpê kiribû bi komek nû berdewam kir. Çalakiya ku bi 10 kesan destpê kir, bi komek din ya 10 kesan berdewam dike.

MÊRDÎN

Li navçeya Qoserê jî bi heman armancê 3 konên nobetê li 3 taxên cûda hatin vedan. Li taxa Ataturk, Tepebaşi û Cumhuriyetê konên nobetê hatin vedan û çalakiyên birçîbûnê hatin destpêkirin. Li her konekî 6 kes ketin grevê û piştgiriya xwe anîn ziman. Li konên nobetê dowîz û pankartên "Şehidên tîrêja rojê rûmeta me ne", "Em têkoşîna Mazlûm, Kemal Pîr û hevalên wî silav dikin." Dîsa posterên pêşengên PKK'iyan Ferhat Kurtay, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û Eşref Anyik hatin vekirin.

ENQERE

Meclîsa Mamakê ya Kongreya Gelan ya Demokratîk (HDK) ji bo piştgiriyê ji bo rojekê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin. Beriya grevê li qada Mamak Açikalinê kom bûn û heta Mamak Tuzluçayirê meş pêk anîn.

RIHA

Li Rihayê jî çalakiyên birçibûnê yên li avahiyên BDP'ê yên Riha, Serekaniyê û Wêranşarê 2 roj berê destpê kiribûn bi komên nû berdewam kirin.

STENBOL

Endamên Rizgariya ji Nûve Sosyalîst bi heman armancê li qada Tarlabaşi dest çalakiyê kirin. Kom heta Qada Taksimê meşiyan û piştgiriya xwe anîn ziman.

ÊLIH

Platforma Demkorasiyê ya Êlihê jî bi heman armancê li pêş Sînemaya Yilmaz Guney dest bi çalakiya birçîbûnê kirin. Di çalakiyê de rêveberên BDP'ê û hevserokên BDP'ê Ayşe Agilgat û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. li ser navê komê Serokê Şaxa Petrol-Ýşa Êlihê Mustafa Tekik daxuyanî da û xwest her kes bi hîstewar tev bigerin.

Dê sibê Şaxa SES'ê ya Êlihê çalakiyê dewir bigire.