Di çalakiya Nûriye û Semîh de 16 kes hatin binçavkirin
Polîsên ku êrîşî çalakiya piştgiriyê ya bi Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça re hate lidarxistin, kirin, dayik û xuşka Berkîn Elvan jî di nav de 16 kes binçavkirin.
Polîsên ku êrîşî çalakiya piştgiriyê ya bi Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça re hate lidarxistin, kirin, dayik û xuşka Berkîn Elvan jî di nav de 16 kes binçavkirin.
Polîsan êrîşî endamên Platfroma Piştgiriyê ya ji bo Nûriye û Semîh a li pêşiya Operaya Sûreya pankarta “Di roja 156’an a greva birçîbûnê de em karê xwe dixwazin” vekiribû ku piştgiriya perwerdekar Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakça ên li dijî BHQ’ê di roja 156’an a greva birçîbûnê de ne, kirin. Polîsan dor li girseyê girtin û piştre jî dayika û xuşka Berkîn Elvan Gamze Elvan jî di nav de 16 kes bi derbkirinê binçavkirin.
Polîsan rê neda çalakiya endamên Plaftorma Piştgiriyê ya ji bo Nûriye û Semîh ku her hefte roja Înê li pêşiya Operaya Sureya tê lidarxistin. Polîsên êrîşî girseya ku li dijî vê pêkanîna kêfî pankarta bi nivîsa “Di roja 156’an a greva birçîbûnê de karê xwe dixwazin” vekirin, kirin, dayik û xuşka Berkîn Elvan Gulsem Elvan û Gamze Elvan jî di nav de 16 kes bi derbkirinê binçavkirin. Polîsan hewl da gaziya Pirsûsê Çagla Seven jî binçav bike. Di dema binçavkirinê de mudaxelekirina dehan hêzên çewîk a li ser kesekê li herêmê rê li ber nerazîbûnan vekirin. Welatiyên derdor vê nêzîkatiya polîsan protestokirin.