Di bin pileya -2 de çalakiya rûniştinê

Di bin pileya -2 de çalakiya rûniştinê

Bi armanca piştevaniya bi çalakgerên çalakiya birçîbûnê ya ku li girtîgehên Tirk dikeve roja 50’mîn de çalakiya rûniştinê ya li ber Parlementoya Swêdê didome. Nêzî 300 Kurdistaniyên ku şev li ber Parlementoyê derbaz dikin, destûr nedan ku konê vedin.

Bi armanca piştgirî dayîna çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ve li girtîgehên Tirk dane destpêkirin û di roja 50’min de ye, çalakiya rûniştinê ya roj di demjimêrên nîvro de li ber Parlementoya Swêdê dayîn destpêkirin didome. Kurdistaniyên ku rexmî pileya hewayê ya -2 çalakiya xwe li ber Parlementoyê di domînin. Destûr nedan ku çalakvan konê vedin, Kurdistaniya bi navê Xezal Nurden ku ji ber sedema hewaya sar nexweş bû, rakirin nexweşxaneyê.

Çalakvana da diyarkirin ku, girtiyên di çalakiya birçîbûnê de di sînorê mirinê de ne, daxwaz kirin ku Parlemento û hikumet bikevin dewrê.